Nivîskarê kurd Yanliç hat binçavkirin

AMED - Endamê PEN'a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd ku bi KHK'ê hat girtin nivîskar Hasîp Yanliç, di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku di dema lêgerîna malê de pirtûka Hasan Cemal jî hatiye desteserkirin.

Endamê PEN'a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd ku bi KHK'ê hat girtin nivîskar Hasîp Yanliç, roja sêşemê di serdegirtina mala xwe ya li Taxa Bagcilarê ya navçeya Rezanê ya Amedê de hat binçavkirin. Hat hînbû ku Yanliç li Şaxa TEM'ê ya Muduriyeta Polîsan a Amedê tê ragirtin.

Parêzer Devran Matyar, der barê rewşa muwekilî xwe de agahî dan û diyar kir ku ji ber ku biryara nepeniyê li ser dosyeyê heya wan nikaribûye xwe bigihîne dosyeyê. Matyar, got ku Yanliç di bin banê KCD'ê de perwerdehiya kurdî dida û bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatiye binçavkirin. Matyar dema binçavkirina Yanliç heta sêşema bê hatiye dirêjkirin.

Matyar, anî ziman ku bêyî delîl Yanliç di bin çavan de tê ragirtin û wiha got: "Di lêgerîna malê de pirtûka Hasan Cemal a bi navê "Delîla" jî di nav de 5 pirtûk hatine desteserkirin. Her wiha tîşortê ku li ser wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û diyarî wî hatiye kirin jî hatiye desteserkirin. Tu pirsgirêkeke wî ya tenduristiyê tune ye."