'Em naçin leşkeriyê'

STENBOL - Endamê Desteya Rêveberiya Redkarên Wijdanî Ahmet Demîrsoy, KHK'ya Jimare 691'ê ku hikûmet ji bo "qaçaxên leşkeriyê bişîne leşkeriyê" derxist nirxand. Demîrsoy, got ku bi tu awayî ew ê neçin leşkeriyê û divê bi sedhezaran kes li dijî vê biryarê derkevin.

Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de hikûmetê Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a Jimare 691'ê derxist û bi vê briyarnameyê hewl dide kesên "qaçaxên leşkeriyê ne" bişîne leşkeriyê. Endamê Desteya Rêveberiya Redkarên Wijdanî Ahmet Demîrsoy, dest nîşan kir ku ev biryar dê zirarê bide hemû derdorên civakê yên demokrat.

‘ARTÊŞÊ GELEK TIŞTÊN WEHŞETÎ KIRIN'

Demîrsoy, dest nîşan kir ku beriya KHK'yan jî kesên nediçûn leşkeriyê bi çewisandin û gefên dewletê re rû bi rû bûn û wiha got: "Divê kesên ev KHK derxistin vê yekê baş bizanibin; ji xwe mala me, navnîşana me, warê me diyar e. Heta ku bi kuçeya ku em tê re diçin û tên jî dizanin. Ji bo vê ne hewce ye ku KHK'yan biweşînin. Heke dixwazin bigirin û bibin fermo bila bigirin. Lê ji bo ku em neçin leşkeriyê, heta ku ji destê me bê em ê li ber xwe bidin." Demîrsoy, dest nîşan kir ku li vî welatî bi destê artêşe gelek wehşet çêbûne û hîn jî ev didomin. Demîrsoy, got ku mafê hemû mirovên xwedî wijdan heye ku leşkeriyê nekin.

Demîrsoy balê kişand ser pevçûnên li herêmê jî û wiha axivî: "Ji ber ku şer tim heye, wê windahî jî tim hebin. Heke tu bi yekî re şer bikî ya ew ê te bikuje yan jî tu yê wî bikujî. Bi her awayê xwe şer rûxandine. Bi rastî jî dewlet di warê peydekirina leşkerên nû de tengijiye. Ji ber vê ye ku van KHK'yan diweşîne."

Demirsoy, anî ziman ku wek Komeleya Redkarên Wijdanî temiya wan ew e ku tu kes bi çewisandin û zextan neçe leşkeriyê. Demîrsoy, dest nîşan kir ku hin kes bi dildariyî diçin bajarên kurdan û leşkeriyê dikin û li wir zarokên kurdan dikujin û malên wan xera dikin. Demîrsoy, diyar kir ku hin kes jî bêyî dilê xwe diçin û wiha axivî: "Bi hezaran zarokên kurdan leşkeriyê dikin. Divê mirov ji van mirovan bipirse ka ji bo çi diçin. Ji ber ku unsûra sereke ya leşkeriyê mirov in, divê mirov zarokên xwe neşînin leşkeriyê."

'EM Ê NEÇIN LEŞKERIYÊ'

Demîrsoy, dest nîşan kir ku li Tirkiyeya ku pevçûn lê didomin di warê madî de windahiyeke zêde ya dewletê heye û wiha domand: "Çimkî çiyayan, keviran bombe dike, tîmên taybet dişînin. Li Tirkiyeyê meaşê kêmtirîn hezar û 300 lîre ye, lê 5-10 qatê vî meaşî didin van tîmên taybet. Ji ber ku van pereyan dide van kesan di warê madî de tengasî hene. Dema ditengije jî berê xwe dide lêgerînên nû. Di van lêgerînan de hesabê 'Yên tên leşkeriyê bila bên. Yên nayên jî em dikarin çi qasî ji wan bistînin' tê kirin. Çimkî Sûr û Cizîra hatin şewitandin. Navenda Şirnexê hat talankirin. Şert û merc çi dibin bila bibin qethiyen em ê qet neçin leşkeriyê. Em ê çopeke wir jî neavêjin. Û em mecbûr in ku ji mirovên din re bibêjin ku ev ne şerê me ye. Zar û zêç hatin qetilkirin. Xweza hat qetilkirin. Ji ber vê divê em karibin bibêjin ku em ê neçin."

‘ME CENAZEYÊ DAYIKA TAYBETÊ DÎT'

Demîrsoy, diyar kir ku dewlet gelek zarokên kurd, elewî û demokrat dibe leşkeriyê û di bin navê "întiharê" de dikuje. Demîrsoy, dest nîşan kir ku hîn jî cenazeyê dayika Taybetê li ber çavê wî ne û wiha got: "Her çi qas mirov bibêjin me nedît jî, lê me dît. Em ê tim bibêjin 'vê dewwletê hovîtî kir'. Li jêrzemînên Cizîrê Mehmet Tûncan şewitand. Bila biçin wan kesan bibînin. Bila dev ji kesên ku naçin leşkeriyê berdin. Bila vê dewleta lanetiyî carekê jî derziyê di xwe rake." Demîrsoy, dest nîşan kir ku dê vê KHK'ya hatiye weşandin tenê bandorê li redkarên wijdanî neke, dê bandorê li sedhezaran bike û ji ber vê divê her kes bertekê nîşan bide.