AMED - Partiyên kurdan ên li Amedê, der barê civîna ku dê di çarçoveya xebatên Kongreya Netewî de li Silêmaniyê bê çêkirin de axivîn. Partiyiyan balê kişandin ser girîngiya civînê û gotin ku, di pêvajoyeke wisa de yekîtiya netewî nebe nabe
Li ser bangawaziya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), dê di çarçoveya xebatên kongreya netewî de di navbera 15-16'ê Tîrmehê de civîneke mezin çêbibe. Bi beşdarbûyîna 300 rewşenbîr, partiyên kurdan, akademîsyen, şexsiyetên welatparêz û gelek derdoran dê civîn li paytextê Kurdistana Başûr Hewlêrê bê çêkirin. Partiyên li herêmê jî balê kişandin ser girîngiya civînê.
Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiyê Duysal Karataş, diyar kir ku civîna ku dê bê çêkrin civîneke girîng e û wiha got: "Em hêvî dikin ku kurd bi vê civînê bibin yek û tifaqa xwe têkûz bikin." Karataş, diyar kir ku divê hemû kurd di kongereyê de cih bigirin û wiha got: "Rexne û kêmanî hebin jî cihê nîqaşkirina vana mase ye. Divê pirsgirêk li ser maseyê bên nîqaşkirin û bên çareserkirin."
'DIVÊ ÊDÎ KURD BIBIN YEK'
Karataş, dubare kir ku kongreya netewî ji bo wan zaf girîng e û ew ê heta dawiyê piştevaniya xebatên kongreyê bikin û ev ji bo pêkanîna wê firsendek e. Karataş, dest nîşan kir ku hemû dewletên mezin ên cîhanê çav berdana xaka Kurdistanê. Karataş, diyar kir ku kurd bi her cure êrîşan re rû bi rû dimînin, lê belê dîsa jî li gel evqas tiştî jî kurd nayên gel hev. Karataş ji bo kongreyê bang li hemû kurdan kir.
‘DÊ JIN PÊŞENGIYA KONGREYÊ BIKIN'
Karataş, diyar kir ku dê di kongreyê de rola jinan zêde be û wiha got: "Di pêvajoya kongreya netewî de bandora jinê zaf zêde ye. Heke em jin di vê xebatê de cih negirin dê kêmasiyeke mezin be. Ji ber vê divê em jin pêşengiya kongreyê bikin."
‘YEKANE SÎWAN YEKÎTIYA NETEWÎ YE'
Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyurek jî, hewldanên êrîşî yên dewleta tirk ên li hemberî Efrînê şermezar kirin û got ku divê pêşî li dijî van êrîşan bê derketin û bên şermezarkirin. Çîftyurek, der barê civînê de jî diyar kir ku hîn bi awayekî fermî tu vexwendname ji bo wan nehatine, lê belê ew şopdarên xebatên yekîtiya netewî ne. Çîftyurek, dest nîşan kir ku yekîtiya netewî dê li Rojhilata Navîn zaf bandorker be û wiha balê kişand ser girîngiya yekîtiya netewî: "Heke li Kurdistana Başûr Kurdistaneke serbixwe çêbibe, ev bêyî yekîtiya netewî nabe."
Çîftyurek, dest nîşan kir ku tekane sîwana ku hemû partî, kom û saziyên kurdan di bin wê de bên gel hev Kongreya Yekîtiya Netewî ye. Çîftyurek, got ku ew bawer dikin ku dê biryarên kongreyê zaf girîng bin. Çîftyurek, diyar kir ku li Sûriyeyê şerê YPG'ê yê li dijî DAIŞ'ê tenê ne ji bo wan e ji bo hemû gelên herêmê girîng e û wiha domand: "Sempatiya ji bo YPG'ê zêde ye. Dewletên herêmê dixwazin kurdan û ereban bera hev bidin û bi vî awayî vê sempatiyê tune bikin. Divê ev hemû bên dîtin. Ji ber vê yekê divê hemû kurd bibin yek."
‘DIVÊ EM BIBIN YEK'
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek jî, diyar kir ku ew ê di nav xebatên yekîtiya netewî de cih negirin, lê belê ew hêvî dikin ku li ser maseyê biryarên bi kêrî kurdan bên dayîn. Tek, anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê heye, bi awayekî zêde li se rkurdan zext û zorî hene û ji ber vê divê kurd bibin yek.