DBP hevserokên serdema nû hildibêjêre

ENQERE - Dawiya hefteyê dê 4'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê bê li darxistin û dê di vê kongreyê de hevserokên giştî yên serdema nû bên hilbijartin. Sebahat Tûncel ku bi mehan e girtiye dê dîsa hevserok be.

Dawiya hefteyê li Enqereyê dê 4'emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokrastîk (DBP) bê lidarxistin. Di kongreyê de dê rêveberiya nû bê diyarkirin. Dê DBP bêyî hevserokên giştî kongreyê li dar bixe. Sebahat Tûncel ji 6'ê Mijdara 2016'an ve li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin û her wiha Kamûran Yuksek jî ji ber cezayê girtîgehê yê lê hatiye birîn li derveyî welat e. Ji 1'ê Mijdara 2015'an heta niha tevî hevseroka giştî zêdeyî 4 hezar endam û rêveberên partiyê hatin girtin û bi vî awayî hat xwestin ku partî bi awayekî fiîlî bê erk bimîne. Her wiha ji 106 şaredariyên ku di hilbijartina herêmî ya 2014'an de bi dest hatibûn xistin, hema bêje qeyûm tayînî hemûyan hat kirin û 36 jê jin 72 hevşaredarên wê girtîne.

TÛNCEL DÎSA HEVSEROK E, LI ŞÛNA YUKSEK JÎ NAVEKÎ DIN

Tê diyarkirin ku dê Sebahat Tûncel ku di girtîgehê de ye dubare hevseroka giştî be û li şûna Kamûran Yuksek jî dê navekî nû bê hilbijartin. Hîn der barê kesê ku dê bê şûna Yuksek de nîqaş didomin, lê tê diyarkirin ku ji bo hevserokatiyê yanî ji bo şûna Yuksek navê alîgirê hevserokatiya giştî Mehmet Aslan tê gotin.

DÊ NAMEYA TÛNCELÊ BÊ XWENDIN

Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Berdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, malbatên endam û rêveberên DBP'ê yên di dema "qedexeyên derketina kolanan" de jiyana xwe ji dest dane ji bo kongreyê hatine vexwendin. Piştî axaftinan û pêşandana sînevîzyonê dê kongre bi hilbijartinê bidome û her wiha hat hînbûn ku dê di kongreyê de nameya ku Sebahata Tûncel şandiye jî bê xwendin.

Serokwekîla Hevserokatiya Giştî Gulcîhan Şîmşek, der barê kongreyê de axivî.

Şîmşek, bi bîr xist ku li hemberî partiya wan êrîşên dijwar hene û bi van êrîşan re tê xwestin ku qadên siyasetê li ber wan bên tengkirin. Şîmşek, diyar kir ku roja ku DBP ket rê rol û mîsyonek da ber xwe, lê belê wan ev tam bi cih neanîn û kêmanî hene. Şîmşek wiha got: "Em ji bo vê yekê xwerexnedayînê didin. Heke me ev bi awayekî hêzdartir bikirana, heke em ji bo siyaseta demokratîk baş têbikoşiyanan dê riyên çareseriyê vebûnan û ber bi muzakereyan ve biçûna."

'ME SIYASETA DEMÊN ZEHMET KIR'

Şîmşek wiha axivî: "Di pêvajoya têkoşîna demokratîk de me siyaseta rojên zehmet kir. Dê partiya me di vê serdemê de bêtir xwe birêxistin bike. Ya yekemîn, dê dibistanên perwerdehiyê çêbike, dê li gor pêdiviyên civakê perwerdehî bên dayîn. Her wiha em ê modela rêveberiyên herêmî yên gel çêbikin. Me di rêveberiyên herêmî de kadroyên ku xwe bi xwe bi rê ve bibin tam negihand, lê ber bi kongreyê ve me ev mijar jî nirxand."

SEFERBERIYA PERWERDEHIYÊ DEST PÊ DIKE

Şîmşek, diyar kir ku ew ê di serdema bê de seferberiya perwerdehiyê bidin destpêkirin. Şîmşek got ku, piştî kongreyê ew ê pêşî li 10 bajarên pîlot vê yekê bidin destpêkirin.

Şîmşek diyar kir ku kongre dê kongreyeke xwerexnedayînê be û wiha got: "Em ê li gel nirxandina 3 salên partiya xwe hewl bidin ku kêmasiyên xwe dane der jî ji holê rabikin. Em ê kadroyên siyaseteke demokratîk bigihînin. Mîsyona me ya vê serdemê ev e. Em ê li gor pêdiviyên gel tevbigerin. Di vê pêvajoyê de bi rastî jî heke em baş bitêkoşiyanan em ê bi van encaman re rû bi rû nemanan. Divê em xwedî rêxistinbûyîneke mezintirîn bin. Ev berpirsiyarî jî li partiya me hat barkirin. Ji ber vê dê ev kongreya me bibe kongreya xwerexnedayîna vê yekê jî. Bi vê re divê têkoşîn û rêxistinbûyîn bê xurtkirin û mezin kirin. Li pêşiya me peywireke wisa heye."