Yoruk: Dixwazin rejîma Baas li rojavayê Sûriye ava bikin

ÎZMÎR – Alk. Doç. Dr. Zafer Fehmî Yoruk, têkildarî hewldanên Tirkiye yên li dijî Efrînê û helwesta Rûsya ya li hemberî êrîşan nirxandinên girîng kir. Yoruk, anî ziman ku Rejîma Baas dixwaze li Rojavayê Firatê serdestiya baas ava bike û ji nûve pergala xwe pêş bixe ye.


Çend rojin Tirkiye hewl dide êrîşî Efrînê bike. Demek dirêj e tang û to pan li ser sînorê Efrînê bi cih dike û car caran hawan û topan davêje bajarê Efrînê. Li dijî van êrîşan kurd li her derê bertek û nerazibûnên xwe tînin ziman. Alk. Doç. Dr. Zafer Fehmî Yoruk, têkildarî armanca êrîşên Tirkiye yên li dijî Efrînê û helwesta Rûsya ya li hemberî van êrîşan nirxand. Yoruk, anî ziman ku polîtîkayên AKP’ê yên li dijî Efrînê şaş in. Yoruk, anî ziman ku ji pêvajoya "Kobanê ked diki bikeve" hatin asta "Reqqa ket dike bikeve" û wiha got: "Têkiliya AKP'ê bi DAÎŞ'ê re çiye hêj tarî ye. Paqijkirina DAÎŞ'ê ya li herêmê çiqas îktîdara AKP'ê aciz dike em nizanin. Ez vê acizbûna AKP'ê bi amadekariya êrîşên li dijî Efrînê dibînin. Piştî DAÎŞ li Reqqa têk diçe AKP jî ji Cerablusê heta Efrinê tang û topan li ser sînor bi cih dike. Niha QSD li Reqqayê pêş ve diçe. Ev yek Tirkiye aciz dike.

DIVÊ PLANA EFRÎNÊ DI TÊKILIYÊN TIRKIYE-QATAR'Ê DÊ BÊ DÎTIN

Yoruk, anî zimna ku di planên li Efrînê de milê leşkeri vê ji ber çavan winda nebe û wiha got: "Armanc dikin ku têkçûna hêzên li Reqqa rawestînin. Gelo berjewendiya Tirkiye li vir çiye. Ne tenê di şerê li Mûsil û Reqqa de dervehiştina Tirkiye, divê mirov rewşa Qatarê jî li ber çavan bigire. Piştî DYA li balafirên Sûriyê xist armanca Rusya û rejîmê bêtir aşkere bû. Rusya û Sûriye li dijî êrîşan bêdeng dimîne. Sûriye dixwaze li herêma Rojavayê Firatê dîsa serdestiya xwe ava bike. Êrîşên Tirkiye yên li dijî Efrînê ji siyaseta navxweyî ne serbixweye. Şerê li Tirkiye îktîdarê xurt dike. Şerê li Tirkiye pir kêrî îktîdara Tirkiye tê. Îktidara AKP'ê piştî dema dawî ket rojayek din. Şer tune be îktîdar nikare xwe li ser piyan bihêle. "

Yoruk, anî ziman ku di salên 90’an de lobiyek şer hebû. Li ser şerê bi kurdan re hebûna xwe berdewam dikir. Piştî tasfiyeya FETO dewletê ji nûve serî li tundiyê da û şer rewa kir. Derbasî artêşek nîv profesyonel. Hêzên parailiter yên wekî JOH û POH dibin kadroyên şer. Bi van yekîneyan re aboriya şer pêş dikeve. Betalî û xizanî ketiye nava heriyê. Wekrî ku hewce ye bi milyonan malbatên xizan zarokên xwe yên kurd bidin vî şerî. Ev hêza şer dixwaze şer wekî tiştekî populer bide xuyakirin. Aboriya şer civakê muhtacê xwe dike û bi aboriya şer ve girê dide.

Heta ku rewşa Rojhilata Navîn ronî nebe, AKP dê şer ji bo xwe wekî enstrumana siyasetê bibîne. Şertê niha şer û hewldanên AKP'ê şên şer rewa dike. Hewldana hêzên demokratîk a lêgerîna edaletê dê bandorê li ser vê pêşveçûnê bike. Lê çareseriya esasî hevsengiya hêzên li Rojhilata Navîn e. "