Demîrtaş ji Ahmet Şik re name şand: Dê faşîzim hilweşe û bibe xwelî

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin, ji rojnameger Ahmet Şik ê li Girtîgha Sîlivriyê dimîne re nameyek şand. Demîrtaş di nameya xwe de got ku "Dê faşîzim hilweşê û bibe xwalî û ev dê bi berxwedana me ya li derve û hundur pêk bê. Em ê bi hev re Tirkiyeke ber bi rojên ronahî ve bibin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ev demek dirêj e li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin, Demîrtaş ji rojnameger Ahmet Şik re nameyek şand.

Nameya di rojnameya Cumhuriyetê de hat weşandin wiha ye:

"Dilovanê hêja Ahmet Şik,

Dema tu nû hatibûyî girtin min ji te re nameyek nivîsîbû û ev name nedabûn te. Niha ez dixwazim di vê quncikê de di şexsê te de ji hemû dîlên siyasî re silavan bişînim.
Birayê min ê bi nirx;

Tu ne xerîbê Sîlîvriyê yî (mixabin). Ji ber wê rixmê her tiştî jî tenduristî û moralê te li cih e, ez dizanim. Em di ferqa wê de ne ku her roj gefa otorîteyê ya li Tirkiyeyê mezin dibe. Bêguman ev gefeke ku piçûk bê dîtin nîne. Rejîmên otorîter, ji kîjan birdoziyê sûdê digirin, lê mêze nakin, tenê pêwîstî bi tiştekî dibînin. Zordestî ye.

Kesên qaşo îdia dikin ku ew ji birdoziya îslamê sûdê digirin dema tên desthilatdariyê, ji bo desthilatdariya xwe qayîm bikin hemû rêbazên bê teşe yên ku hatine ceribandin kifş kirin! Ev jî ne xwedî bingeheke exlaqî, hiqûqî û birdozî bû, 'zorestî' ye.

DÊ FAŞÎZIM HILWEŞÊ Û BIBE XWALÎ

Bingeha rêveberiya rejîma otorîter a ku hemû sînorên tundiyê binpê dike, ji hêla AKP'ê ve nehatiye îcadkirin. Di dîrokê de gelekên wekî wan hatin dîtin. Berxwedana li dijî faşîzmê jî ne îcada me ye. Di dîrokê de gelekên wekî wan jî hatin dîtin. Lê heke di demên borî de kesên li dijî faşîzmê li ber xwe nedana, dê tu kes ji me negota 'dê ew roj bê û zilma we dê hilweşe'.

Ji ber we heke pergala faşîzmê xwe nedabe rûniştandin em vê yekê deyndarên berxwedêran e. Dê îro jî cuda nebe. Dê faşîzim hilweşe, bibe toz-xwelî û em ê vê yekê bi berxwedana hundur-derve pêk bînin. Em ê bi hev re Tirkiyeyê ber bi rojên ronahî ve bibin. Di Tirkiyeya paşerojê de ne ji faşîzmê re û ne jî ji zordestiyê re cih tune.

EM NEHATIN GIRTIN EM REHÎN HATIN GIRTIN

Birayê min ê dilovan Ahmet;

Em û hûn nehatin girtin. Em ji mala xwe bi darê zorê rehîn hatin girtin. Ji bo yên li derve mane wan dîl bigirin û dixwazin me bi rehîneyî bi kar bînin. Lê bele ji roja ewil ve ev polîtîkaya bê sinc vala derketiye. Em ew qas ne biçûk ku ji faşîzmê merhabetê bixwazin. Ne jî bi milyonan kesên li derve ku tirs wan dîl bigire xwe biçûk bikin.

Heke ku tu di ferqa wê de bî, kesên alîgirên azadî, demokrasî, ked û aştiyê ne ji xwe dihatûya xwe qezenç kiriye. Jixwe faşîzm jî ji bo emrê xwe rojekê dirêj bike, her roj bê hiqûqiyê dike û xwe li derveyî vê nagire. Kesên hatine wê astê êdî pişta xwe dane doza xwe û ji niha ve li xwe mikûr hatine ku wê nikaribin li welat bibin xwedî gotinekî.

HÛN BI GIRTINA ME BISERKETIN E?

Di demek nêz de mezineke dewletê (!) wiha gotibû: ‘Em di qada civakî û çandî de nebûn desthilatdar.’ Bele rast e. We 15 sal ev welat bi rêve bir, lê we pişta xwe da doza xwe. Ji ber vê yekê jî we di qada civakî û çandê de desthilatdariya xwe bi birdoziyê ava nekir. Singûyê balexaneyan û mîxferên AVM’yên we çêbûn. We wek qibleyê li borsayê nêrî. Rast e hebandina pereyan ji we re ecêp nayê.

Li her deverê cîhanê ji vê rê dibêjin ‘kapîtalîzma hov.’ Afrandina çandê jî ‘çandek kapîtalîst e’… Yên van jî kirine wek ucubeyek çandî. Niha qaşo ew zilamên dozê ku bi deh salan dozê meşandin ji FETO'yê tên girtin û darizandin. Pişt re jî teslîmê kapîtalîzmê hatin kirin. Niha jî teslîmê faşîzmê kirin. Em li pey xwe vegerin û hemû bi yek dengî ji van bipirsin: Ma gelo hûn bi girtina me bi ser ketin? Bi her awayî we winda kir û hûn komek elît in. Êdî civak ji her demê bêtir ber bi azadiyê ve dimeşe.

Heke ku meşa edaletê li Enqereyê wek desthilatdariya demokratîk ava bibe û bi dawî bibe dê wê demê faşîzm têk biçe. Em li hundir û bi milyonan li derve ne. Em ji bo pêşeroja Tirkiyeke bi ronahî dest bidin destê hev, li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezintir bikin.

TAMA GIRTINÊ DERXE

Birayê min ê ezîz Ahmet;

Gelo tu wezîrê faşîzmê bûyayî wê baştir bibûya? Va tu girtî yî, wekî din tu çi dixwazî? Tama girtinê derxe… Silavên min li rojnamgerên girtî, siyasetmedar Selma Irmak, Sebahat Tuncel, Ayhan Bîlgen, Bekîr Kaya, Dogan Erbaş û li hemû girtiyên li Sîlîvriyê bike. Bi hêviya ku em di demek kin de li derve hev bibînin.

Bi hezkirin.”