NAVENDA NÛÇEYAN - Zext û pêkûtiyên li girtîgehan her ku diçe zêde dibe. Girtiyê girtîgeha Tîpa M a Ermenekê Mehmet Oztekîn, diyar kir ku gardiyan bi ser menzelên wan de digirin û wan li raperinê sor dikin.
Girtiyê li girtîgeha Tîpa M a Ermenekê Mehmet Oztekîn, der barê sirgûnkirin û pêkûtiyên girtigehê agahiyên balkêş bi malbata xwe re parvekir. Oztekîn diyar kir ku piştî îlankirina OHAL’ê zext û pêkûtî li girtîgeha Ermenekê derketiye asta herî jor. Girtî Oztekîn, anî ziman ku girtiyên bi navê Haci Ekîncî, Mahîr Ezer, Mehmet Sayin, Huseyîn Aslan û Cahît Başkara ji girtîgeha Tîpa M a Ermenekê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê hatine kirin. Oztekîn da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi darê zorê dixwaze ew tevî malbatên xwe li bin ala tirk wêneyê bikşînin. Oztekîn got ku gardiyan her roj bi ser koguşên wan de digirin û êrîşî wan dikin. Oztekîn da zanîn ji ber zilm û zextên girtîgehê girtî hatine asta raperînê û got ku ji tiştên ku li girtîgehê biqewime rêveberiya girtîgehê berpirsiyar e.