Malpera rojevamedya.com cara 3’mîn hat astengkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Ligel girtina rojnamegeran zextên li ser malperên civakî yên li Tirkiye weşanê dikin jî her ku diçe zêde dibe. Malpera rojevamedya.com cara 3’mîn hat astengkirin. Lînka di-news.pw a malpera dihaber jî cara 7'emîn hat asteng kirin.

Di nava 3 mehan de 3 malperên rojevamedya.com hatin astengkirin. Piştî ku rojevamedya.com, rojevamedya1.com hatin girtin, herî dawî jî di 6'ê Tîrmehê de malpera me rojevamedya2.com ji hêla Saziya Ragiahdin û Zanistên Teknolojiyê di çerçoveya qanûna 5651’an’an de hate astengkirin. Saziya Ragihandin û Zanistên Teknolojiyê diyar kir ku di encama lêkolînên hatine kirin de biryar hatiye girtin ku der heqê rojevamedya2.com de tedbîra îdarî bê danîn.

Piştî vê ragihandinê malpera Rojeva Medyarojevamedya2.com li Tirkiye hat astengkirin.

Malpera dîhaber jî cara 7'emîn hat astengkirin. Herî dawî lînka di-news.pw hat girtin û li şûna wê di-haber.pw dest bi weşanê kir.