AMED – KNK. di 15-16’ê tîrmehê de li ser yekitiya neteweya kurd komxebatê pêk tîne. Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier jî dê beşdar bibe. Taşçier der barê komxebata bê lidarxistin axivî û got: "Em wek HDP ji bo yekîtiya gelê kurd nikarin xemnexur bisekinin. Çi ji destê me bê em destekê bidinê. HDP jî dê bibe perçeyek yekîtiya kurdan. Çi dibe bila bibe divê gelê kurd yekîtiya xwe pêk bîne. Dema yekîtiya kurdan e.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) bi boneya yekîtiya neteweyî ya kurd pêk were bi sazî û dezgehên çar parçeyên Kuristanê re hevdîtinan pêk anî. KNK, civînek berfireh li Silêmaniyê li darxist û hemû beşdarvanên civînê jî civînê binirx dîtin. Komxebat dê di 15-16’ê tîrmehê de pêk bê. Platform dê bi pêşengiya KNK di 15-16’ê tîrmehê de kom bibe. Yek ji parlamenterên di platformê de cih bigire Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier e. Taşçier diyar kir ku divê demildest hevdîtin û civîn demildest destpê bikin û pêwîste Kongreya Neteweyî ya Kurd zûtirîn li hev kom bibe.
‘KONGREYA NETEWEYÎ WEK NAN Û AVÊ FERZ E’
Taşçier destnîşan kir ku divê yekîtiya neteweyî ya kurd divê 100 sal berê pêk bihata lê her çiqas pêk nehatiye û di van rojan de dîsa axaftina yekîtiya kurdan xwedî girîngiyek xwe mezin heye û wiha got: “Pêwîste ji bo serkeftina kurdan ji destê pêşeng û saziyên kurdan çi tê bikin. Heke ku di sala 2013’an kongre bihata li darxistin, dê îro li ser axa Kurdistanê ewqas lîstikên gemarî nehatina kirin. Wê kesî nkiaribûya êrîşî kurdan bikira. Dê statuya li Rojava jî baş diyar bibûya. Yekîtî û hevgirtina kurdan dê her tim wan bihêz bigire. Di nav Neteweyên Yekbûyî (YN) de yên welatê wan tune jî nûnerê wan heye, lê yê gelê kurd hêj nûnerek wan li NY nîne. Divê hemû kurdên cîhanê bên gel û yekîtiya xwe ava bikin û çareseriya hevpar bibînin. Ji bo statuyê avakirina kongreye girîng û ferz e. Yekîtî tune be kurd nikarin tiştekî bikin. Li vê erdnîgariyê aktorên herî sereke gelê kurd e. Ji bo ev hemû pêk bên kongreya neteweyî wek nan û avê ferz û şert e.”
‘HEWLDANEK JI BO YEKÎTIYA KURD E’
Taşçier anî zman ku civîna di sala 2013’an de pêk hat gelek gelek girîng bû û li ser vexwandina KNK’ê civîna ew tev li bûn ji bo yekîtî pêk were gelek girîng bû û hewldanek bi wate ye. Taşçier destnîşan kir k udi civînê de li ser yekîtiya kurdan gelek tişt hatin nîqaşkirin û axaftin û di civînê de hat diyar kirin ku bi hemû sazî û partiyên kurd re hevdîtin bên kirin. Taşçier got ku hemû partiyên siyasî yên kurdan ji bo hewldana yekîtiyê û kombûna kongreyê bi baweriyek mezin dijîn.
‘ÇI PÊWÎST BE DÊ HDP BIKE’
Taşçier li ser navê HDP’ê bi vexwandina KNK’ê di civînê niha û di sala 2013’an de jî di civîna li Hewlerê de cih girt û got ku ew bi berpirsiyarek mezin tev li civîna bihûrî bûye û dê niha jî bi berpirsyariyek mezin tevbigere. Taşçier da zanîn ku HDP ji bo yekîtiya kurdan û kombûna kongreyek neteweyî ji bo hemû hewldanan amade ye û wiha domand: “HDP ji bo yekîtiya gelê kurd dê nikaribe xemnexur bimîne. Dê heta dawiyê destekê bide xebatên yekîtiyê. HDP jî wê bibe perçeyek yekîtiya kurdan. Piştî civînê me bi partiyên Kurdistanî re hevdîtin pêk anî. Wan jî got ku ew ê destek bidin civînê û tev li civînê bibin.”
‘DEV JI DAXWAZÊN XWE BERNADIN’
Taşçier bal kişand ser “Referandûma Serxwebûnê” ya li Herema Federal a Başûrê Kurdistanê û got ku divê hemû kurd ji bo biryara gel rêzê nîşan bidin. Taşçier ev tişt got: “Li ku dibe bila bibe her tim destkeftinên kurdan rêveberên Tirkiyê û serokkomar Erdogan aciz dike. desthilatdariyên berê jî wek yên niha tevgeriyan lê nikaribûn tiştekî bikin. Rêveberiya Tirkiya îro jî nikare tiştek bike. Li hember destkeftiyên çar perçeyên Kurdistanê ne û qebûl nakin. Dema mirov li van hemûyan binêre carek din girîngiya yekîtiya gelê kurd derdikeve holê. Gelê kurd dê dev ji daxwaza statu û azadiyê bernedin.”
‘CIVÎNA 15-16’ê TÎRMEHÊ PIR GIRÎNG E’
Taşçier gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê li hember êrîşên li ser kurdan bi lezgînî gelê kurd li hev kom bibin û yekîtiya xwe ava bikin. Niha wa Efrîn li ber çavan e û êrîş dibin ser. Li Tirkiyê jî hemû mafên gelê kurd hatine desteserkirin. Hemû tiştên ku bi serê kurdan de hatine dide xuyakirin ku yekîtî çiqas pêdiviyek sereke ye. Çi dibe bila bibe di vê pêvajoyê divê ku gelê kurd bibe yek û li hev kom bibe. Di 15-16’ê tîrmehê de civîna ku dê bi pêşengiya KNK’ê bê li darxistin, pir girîng e. Ji bo dihatûya kurdan wê biryarên girîng bên girtin. Gelê kurd dê hêzên xwe bînin ba hev û wê vîna xwe deynînin holê.”
Azîz Oruç – dîhaber