Di Lijneya Giştî ya KESK'ê de hemû berxwedêr hatin silavkirin

ENQERE - Di serdemeke ku li qada cemweriyê de îxrac tên kirin û muxalefeta civakî tê bêdengkirin de, KESK 9'emîn Lijneya Giştî pêk tîne. Di civîna awarte de jinên êzidî, jinên li Rojava şer dikin, wekîl û rojnamegerên girtî hatin silavkirin.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yek jî tevgereke kedê ya li Tirkiyeyê ye, di demeke ku îxrac pêk tên û muxalefeta civakî tê bêdengkirin de, 9'emîn Lijneya Giştî ya Awarte pêk tîne. Lijneya Giştî li Otela The Green Parkê ya Enqerê, dê rêveberiya xwe nû hilbijêre, ji qada navneteweyî û Tirkiyeyê jî gelek tevgerên demokrasiyê beşdarî civînê bûn. Di civînê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê ITUC'ê Jaap Wienen, Şêwirmendê ETUC'ê Patrick Itschert, Berdevkê Karkerên ILO'yê Catelene Passchier, Berdevka ILO'yê yê Tirkiyeyê Ozge Berber Agtaş, Serokê Konseya Karkerên Almanyayê Andrea Kuhnemann û ji welatên wekî Norveç, Îngîltere, Fransa, Beşa Tirkan a Kibrisê, Kore, Sirbistan, Gurcistan, Tunus, Îran, Îspanya û ji Danîmarka jî gelek berdevk û kesayetî beşdarî civînê bûn.

KESÊN DI 10'Ê COTMEHÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN

Li salonê sirûta Enternasyonalî ya bi tirkî hat xwendin, wêneyên kesên di Komkujiya 10'ê Cotmehê de li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan jî danin û pankarta "Em komkujiyê şermezar dikin" jî hat daliqandin. Dîsa dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" yên bi tirkî û kurdî jî hatin daliqandin.

HÊZÊN DEMOKRASIYÊ LI GEL HEV BÛN

Dîsa di Lijneya Giştî ya KESK'ê de Wekîlê HDP'ê Mahmut Toğrul, rêveberên HDP'ê, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Endamê Lijneya Serokên ODP'ê Alper Taş, Alîkarê Serokê Giştî yê ABF'ê Bulent Kaya, Serokê TTB'ê Raşît Tukel, Serokê TMMOB'ê Emîn Koramaz, Sekreterê Giştî yê Malên Gel (Halkevleri ) Dilşad Aktaş, Serokê Giştiyê PSAK-DER'ê Ganî Kaplan, Hevberdevkê Partiya Pêşeroja Çepgirên Kesk Nacî Sonmez, Seroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmogullari jî di nav de gelek kes beşdarî civînê bûn.

Lijneya Giştî dê 3 rojan berdewam bike, dê roja yekemîn mêvan axaftinê bikin, roja duyemîn nîqaş û roja dawî jî dê hilbijartin pêk bê.

Sekreterê Giştî yê KESK'ê Hasan Toprak axaftina vekirinê kir û bal kişand ser kesên bi OHAL û KHK'ê hatine îxrackirin û aşkera kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Toprak diyar kir ku her çendî wekîl û hevserokên rêxistinan di hundur de bin jî kurd aştiyê dixwazin, di serî de jinên êzidî, rojnamegerên girtî, jinên li Rojava şer dikin û kesên li Kolana Yukselê li ber xwe didin jî hatin silavkirin.