ENQERE - Ji ber ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş kelepçe red kir, ew neanîn rûniştinê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku ev bêhiqûqiya ku pêk tê, şêwayekî cuda yê pêvajoya derbeyê ye û wiha axivî: "Em dizanin ji xwe hiqûq tune, bi vê rêbaza dawî jî dê hezkirina wî ya di dilê gel de nedin ji bîrkirin."
Îro diviya bû Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bibirana rûniştina dozê, lê hêzên dewletê xwestin Demîrtaş bi kelepçekirî bibin. Demîrtaş bertek nîşanê vê yekê da û neçû dozê. Gelek rêveberên partiyê bi daxuyaniyekî pêkanîna kelepçeyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de Başak Demîrtaş jî cihê xwe girt.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay aşkera kir ku wan bihîstiye ku xwestine Demîrtaş bi kelepçekirî bînin dadgehê û wiha got: "Lê hevserokê me yê giştî ev rewş red kiriye û nehatiye dadgehê." Kemalbay piştrast kir ku ev rêbazeke cuda ya derbeyê ye û wiha pê de çû: "Selahattîn Demîrtaş Hevserokê Giştî yê HDP'ê ye, hêj wekîl e û destnedana wî heye. Ev pêkanîna kelepçeyê ji derveyê hiqûqê ye."
Kemalbay destnîşan kir ku ji bo rizgariya gelên li Tirkiyeyê, divê kedkar, ciwan û jin ji bo têkoşînê bilind bikin û bal kişand ser hiqûqa li Tirkiyeyê. Kemalbay got ku "Tu saziyeke dewletê naxebite" û wiha axivî: "Dozger û dadgerên ku peywira xwe dikin, di bin gefa Qesrê de ne. Em nikarin ji vê re bêjin edalet."
POLÎSAN ÊRÎŞ KIR
Dema Kemalbay daxuyanî dida, polîsan êrîşê komê kir û ew ji herêmê dûr xistin. Li ser vê Kemalbay ev tişt anî ziman: "Pêkanîna li vir, pêkanîna derbeyê ya li dijî partiya me ye, ev faşîzim e. Tê xwestin ku vê berxwedana me ya li vir a li dijî faşîzmê bitepisînin."