STENBOL – Xwendevanê Rojnameya Mucadele Bîrlîgî Berat Oztemel aşkera kir ku polîsan di bin çavan de "sîxûrî" li ser wî ferzkirine û wiha got: "Gotin ku 'Ji bo tu bibî kurekî herî baş ê ji bo welat û netew, em ji tere dibin alîkar.'"
Xwendevanê Rojnameya Mucadele Bîrlîgî Berat Oztemel, di 2'yê Tîrmehê de di bîranîna Komkujiya Sêwasê ya Sarigaziyê de hatibûm binçavkirin û di bin çavan de "sîxûrî" li ser wî ferz kirin. Oztemel der barê mijarê de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê bi parêzer Seher Dursun re daxuyanî da.
Oztemel aşkera kir ku polîsan bi gotinên wekî 'ji bo tu bibî kurekî baş ê welat û netew, em alîkariya te' dikin û wiha axivî: "Min pirsî ez di lêpirsînê de me an na, gotin 'na tu ne di lêpirsînê de yî'. Ji ber ku ez ji Sakaryayê me, bi van gotinan bi ser min de hatin. Diyar kirin ku ew dê di warê aboriyê de jî bi min re bibin alîkar. Min got ku tu tiştê ku ez bêjim tune û min daxwazên wan red kir."
Parêzer Seher Dursun jî da zanîn ku diviya bû di dema lêpirsînê de agahiyê bidin wê, lê tu agahî nedane wê, dema ew diçe dozgeriyê pê dihise ku îfadeya miwekîlê wê girine. Dursun piştrast kir ku rewşên wekî vê di demên dawî de gelekî zêde bûne, ew dê serlêdana sûc bikin.