STENBOL - Dayîka Ridvan Karakoç ê di bin çavan de hat windakirin û Dayîka Şemiyê Asiye Karakoç ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da li şûna wê helwesta wê ya li dijî dadê ya bêdeng ma.
Dayîka Ridvan Karakoç ku beriya 21 salan di bin çavan de hat windakirin û bi tesadufî cenazeyê wî li Goristana Bêkesan hat dîtin û Dayîka Şemiyê Asiye Karakoç di 78 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Asiye Karakoç ku piştî nexweş dikeve têkoşîn û edaleta xwe ya lêgerînê bi "bêdengî" domand bû yek ji sembola Dayîkên Şemiyê yên ku ji sala 1995'an û vir ve li Meydana Galatasarayê bûn dibin. Dayîka Asiye Karakoç ku ji bo nûçeyan deriyên xwe vedikir "bêdengiya" wê kurê wê Hasan Karakoç ji gotinên dayîka xwe yên dixwest bêje re bû tercuman.
ASIYE KARAKOÇ BI TESADUFÎ GIHIŞT KURÊ XWE
Cenazeyê Ridvan Karakoç ku bû sedema "bêdengiya" Asiye Karakoç di goristana bêkesen de derket holê. Malbata Ocak ê ku kurê wan Hasan Ocak jî di binçavan de hatiye windakirin bi tesadufî navê Ridvan Karakoç di lîsteya windayan a Saziya Tipa Edlî de dibîne. Ji Ridvan Karakoç ê ku di sala 1994'an de derbarê wî de birayara girtinê hatibû dayîn herî dawî di 20'ê Sibata 1995'an de agahî jê hatibû girtin. Wê rojê Ridvan Karakoç, li biryarê xwe Abdurrahman Karakoç geriya cil û pere xwestin. Abdurrahman Karakoç, cil danîn navnîşana ku birayê wî nîşan daye. Lê Ridvan ev cil ne girtin. Di vê navberê de malbata Hasan Ocak di heman dîrokê de li ser îxbarekê dema wêne û navên di lîsteya tipa edlî de lêkolîn dikirin, rastî wêneyê Ridvan Karakoç hatin. Bi vê re derket holê ku cenazeyê Ridvan Karakoç ji aliyê gundiyên li şunwarê Dedeler ê gundê Bozane ya navçeya Beykoza Stenbolê ve hatiye dîtin û di 26'ê Adara 1995'an de li Goristana Bêkesan a li Altinşehîrê hatiye definkiri. Lêgerîna malbata Karakoç û Ocak ên li kurên xwe çalakiya Dayîkên Şemiyê derxist holê. Ji wê rojê û pêde ligel hemû zextan jî çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin.
BI TEMAEKIRINA WÊNEYAN LI BENDA DADÊ MA
Bi salan hemû kesê şahidiya qêrîna dayîka Ridvan Karakoç Asiye Karakoç a li Meydana Galatasarayê ku digot "Ger kurê min sûcdar bû çima we dernexist dadgehê" kir. Asiye Karakoç, piştî kurê xwe Ridvan her tim nexweş ket û piştî pîr bû mecbûr ma ku Meydana Galatasarayê bihêle û zarokên wê li şûna wê domandin. Wê ji lêgerîna dadê ya ku derbasî nifşan bûye, ji bilî çûna nexweşxane û malê temaşeyî wêneyê Ridvan Karakoç kir û li benda dadê ma.
HERÎ DAWÎ DI 2015'AN DE TEVLÎ DAXUYANIYÊ BÛ
Asiye Karakoç ku yek ji têkoşerên ku herî zêde ji bo kurê xwe Ridvan Karakoç da tevlî civîna Komîsyona li Dijî Windahiyên Binçavan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya di 4'ê Sibata 2015'an de da bûbû. Asiye Karakoç, dema hat civînê hêjî êşa di rûyê wê de xwiya bû. Wekî ku bi bêdengî diqêriya û di got "kujerên kurê min li kune?" tiştên ku zimanê wê nedigotin dilê wê digotin. Wekî her cara kurê Karakoç Hasan Karakoç tiştên ku dayîka wî dixwest bibêje anîn ziman û wiha digot: "Em bi şens bûn bi tesadufiyekê me gora biraryê xwe dît. Bi salan me qêriya ne kesekî bihîst ne jî dît. Birayek, canek û hevalekê ku ez ji vê dewletê bigirim heye."
ÊŞAN BI SALAN BÛN PENÇEŞÊR
Dada ku 21 salan pêk nehat li pişt xwe gelek dayîkên wekî Asiye Karakoç ên dil bi êş hiştin. Wekî dayîka Berfo ku hêj negihiştî hestiyên kurê xwe çavê xwe li jiyanê girt û bi sedên din… Asiye Karakoç ji hemûya bişenstir bû. Ji ber ku gorek a ku kurê xwe ziyaret bike hebû. Lê Asiye Karakoç bû yek ji dayîkên ku dad ne dît û jiyana xwe ji dest da. Ji ber êşên bi salan ên kom bûn bi nexweşiya pençeşêrê ket û Dayîka Şemiyê Asiye Karakoç jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Karakoç li Goristana Gazîozmanpaşa a li taxa Karadenîzê ya Stenbolê hat definkirin. Hasan Karakoç li pişt dayîka xwe wiha bang kir: "Dayîkek din bêyî ji kujeran hesab bipirse, bêyî ku bibîne kujer ceza dikişîne ji vê cîhanê çû. Bila çavê te li pişt te nemîne, em ê têkoşîna ku me heta roja îro anî emê bêyî te jî bidomînin. Tu rihet raze dayîka min bila riya te vekirî be."
08.12.2016 - 15:40:51