NAVENDA NÛÇEYAN – Bertekên li dijî binçavkirina kesên li Buyukadayê zêde dibe, Konseya Ewropayê, Parlamentoya Almanyayê û Wezareta Karên Derve ya DYA'yê ji AKP'ê daxuyanî xwestin.
Parazvanên mafên mirovan yên li Buyukadaya Stenbolê hatin binçavkirin, ji qada navneteweyî bertek her ku diçin zêde dibin.
Berdevkê Taybet yê Mafên Mirovan ê Parlamentoya Almanyayê Barbel Kofler, binçavkirina parêzvanên mafên mirovan ên Buyukadayê rexne kir. Kofler da zanîn ku ew ji ber rewşê bi fikar in, ji hikumeta tirk xwest ku der barê rewşê de daxuyaniyan bide raya giştî.
Kofler piştrast kir ku piştî Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxa Efûya Navneteweyî ya Tirkiyeyê Taner Kiliç, Eser jî hat binçavkirin, diyar kir ku di nava çend hefteyan de ev du car e kesên naskirî û berdevkên paya bilind tên binçavkirin û ev tişt got: "Di serî de Efûya Navneteweyî ya Tirkiyeyê, gelek dengên cuda piştgiriyeke dewlemend didin parastina mafên mirovan."
KONSEYA EWROPAYÊ
Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Nils Muînîeks jî fikarên xwe anî ziman û wiha pê de çû: "Lêpirsînên cezayî yên der barê berdevkên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê de mixabin li ser hev pêk tên." Muîznîeks bang li rayedarên hikumetê kir û xwest kesên di bin çavan de serbest bên berdan û dest ji van pêkanînên keyfî berdin.
Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Heather Nauert aşkera kir ku di demên borî de jî parazvanên mafên mirovan, rojnameger, akademîsyen û aktîvîst hatine girtin û xwest Tirkiye ji azadiya remanê re bi hurmet be.