STENBOL - Dozgerê Komarê yê Bursa serlêdana malbatan a hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê re red kir.
Xwişk û Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û bi riya parêzerê xwe ji bo bi Ocalan ê li Girtîgeha tîpa F a Îmraliyê girtî ye re hevdîtin bike serî li dozgeriya komarê ya Bûrsayê da. Dozger serlêdana malbatan red kir. Malbatên ku xizmên wan li Îmraliyê ne jî serlêdan kir. Birayê Hamlî Yildirim Polat Yıldırım, birayê Omer Hayri Konar Ali Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan bi riya parêzerên xwe serî li dozgeriya komarê ya Bûrsayê dan. Lê dozger daxwaza wan jî bi hinceta li gori xala 5275'an a Tedbîrên Ewlehiyê û Ceza "Sînorkirinê der barê hikumxwaran" de daxwaza malbatan red kir.