ÊLIH - Şaredariya Êlihê ya bi qeyûm hat xespkirin, di malpera înternetê ya şaredariyê de navê Ehmedê Xanî, di bin nave tirkirinê de wekî "Ahmede Ganî" guhertin.
Gelek şaredariyên li Kurdistanê bi tayînkirina qetûman xesp kirin. Yek ji van şaredariyan jî ya Êlihê ye. Welatiyêkê di 4'ê Tîrmehê de wefatkiribû, divê li cihê bêjin li Mala Sersaxiyê ya Ehmedê Xanî serlêdan tên qebûlkirin, di beşa "Kesên wefat kirine" ya di malpera Şaredariya Êlihê de, hat gotin ku sersaxî li Mala Sersaxî ya Ahmede Ganî tên qebûlkirin û wiha hat nivîsandin. Mala li taxa Çamlicayê ye, piştî navê wê bi tirkî hat gohertin, der barê rewşê de tu daxuyanî jî nehat dayîn.
Me der barê mijarê de me li şaredariyê geriya, lê bersiv nedan pirsên me.
Hefteya çûyî jî li nvçeya Bazîdê ya Agiriyê peykerê Ehmedê Xanî ji hêla qeyûm ve hatibû rûxandin.