Zarokê 9 mehî ji girtîgeha Mêrdîn şandin Sîncanê

MÊRDÎN - Diyarê 9 mehî yê di 26'ê Îlonê de li gel dayika xwe Ferîde Komurcu hat binçavkirin û girtin ji Girtîgeha Merdînê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Sîncanê kirin.

Zarokê 9 mehî Dîyar ku di 26'e Îlonê de li gel dayika xwe Ferîde Komurcu li gundê Tilbisimê yê Dêrika Mêrdînê hat binçavkirin û hat girtin, ji Girtîgeha Mêrdînê şandin Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê. Dayika Diyar Feride Komurcu piştî hat girtin, ji ber kurê wê yê 9 mehî Diyar jî biçûk bû û diviya bû şîrê dayika xwe bimije, li gel dayika xwe di girtîgehê de bû. Diyar tevî dayika xwe 10 rojan di nava şertên xerab de di bin çavan de hat hiştin û piştre hatibû girtin. Diyar ku tevi dayika xwe li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di nava şertê xerab de ma nexweş ketibû. Niha jî Diyar tevî dayika wî şandin Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê.