AMED – Welatiyên Amedê li dijî plan û êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li hember Efrînê bertek nîşan dan û gotin: “AKP dixwaze bi êrîşên li dijî Efrînê, DAIŞ’iyên li Reqqayê ketine tengavê rizgar bike. Bi van liv û tevgeran tu encaman nikarin bi dest bixin.”
Êrîş û planên hikûmeta Tirkiyê li dijî Efrînê berdewam dikin. Di 6’ê hezîranê de bi sed hezaran welatî li dijî êrîş û planên Tirkiyê rabûn ser piyan û şermezar kirin. Muhtemela êrîşêk berfireh li dijî Efrînê rastî berteka gelê kurd tê. Welatiyên Amedê jî li dijî êrîşên li ser Efrînê nerazîbûn nîşan dan û bang li hikûmetê kirin ku statuya kurdan a li Rojava û li heremê nas bike.
‘DAIŞ EW BIXWE NE’
Welatiyê bi navê Orhan Yilan bal kişand ser polîtîkay Tirkiyê ya li dijî Rojava û Efrînê û wiha got: “Em hêvîdarin ku dê Tirkiye bêagilî neke û êrîşî Erfrînê neke. Tirkiye dixwaze endamên DAIŞ’ê yên li Reqqayê tengav bûne rizgar bike. Tenê armanca Tirkiyê ev e, ji bilî vê tu aramnca wê tune ye. Tirkiye nikare wisa DAIŞ’ê rizgar bike. Digotin Kobên ket û dikeve ka çibû? Bila meraqê nekin Efrîn jî nakeve. Em hêvîdarin wê kurd pişta êrîşan bişkênin.”
Yilan da zanîn ku hikûmeta Tirkiye destekê dide DAIŞ’ê û DAIŞ jî ew bixwe ne. Yilan got ku muhtemela êrîşên li dijî Efrînê dê li ser Tirkiyê jî bandorek neyînî bike û bang li gelê kurd kir ku li derdora Efrînê bibin xeleka ji mirovahiyê.
‘SIYASETA DERVE YA TIRKIYÊ VALA YE’
Şêniyê bi navê Muharrem Karadenîz jî anî ziman ku Tirkiye tişta li nav siyaseta derve dibêje berovajiyê gotinên xwe her tiştî dike û wiha axivî: “Tirkiye gotin û gefên li hember Efrînê ku bikar tîne ew bixwe jî bawer nakin. Li Tirkiyê bi salan van gotinan vegotin, lê vala derketin. Ev polîtîkayek vala ye. Nikarin bikevin tu deverê. Tişta dibêjin hemû li ser kaxiz û ziman dimîne. Wek din jî nikarin tiştekî bikin.”
‘TIRKIYE WÊ WINDA BIKE’
Hemwelatiyê bi navê Seyîthan Aktaş jî heke Tirkiye bikeve Efrînê dê demildest winda bike û ev tişt got: “Ji bo ku Tirkiye li Reqqayê DAIŞ’ê rizgar bike serî li êrîşên li dijî Efrînê dide. Êrîşek muhtemel ku li dijî Efrînê pêk bê divê Amed, Cizîr, Şirnex, Êlih û hemû bajarên vir rabin ser piya û nerazîbûn nîşan bidin.”