Hemû malbat giha diçinin

WAN – Malbata Çagrici ya li taxa Sixkê ya Wanê dijîn, bi hevre diçin paletiya gihayê dikin. Tona gihayê nefelê bi 800 tl difiroşin û debara xwe dikin.

Li Wanê demsala çinîna giha, nefel û pinçar dest pê kir. Li Taxa Sixke ya Rêya Armûşê ya Wanê, malbata Çagrici bi hemû endamên xwe diçin nava zeviya 14 dolim û pinçar kom dikin. Endamên malbate bi melêv, tirmox, qaluçk û tirmanê gihayê nefelê diçinin û kom dikin. Hin kes bi tirpanê giha diçinin, hin kes bi tirmokê kom dikin û hin kes jî bi kalûçkê û melêvê dikin lod û amadekariya zivistanê dikin.

TONA WÊ BI 800 TL DIFIROŞIN

Tirpankêç Îsmet Çagirci, diyar kir ku ji ser sewalên wan tune ew kom dikin û difiroşin. Çagirci , anî zimanku 14 dolim zeviya wî heye û her salê nêzî 3 ton gihayê nefelê difiroşe. Çagirici, anî ziman ku di meha adarê de bizirirê nefelê li axê bizar dike û piştî di meha pûşberê de hişk bû diçinin û kom dikin. Çagirici, da zanîn ku kesên sewalên wan hebe ji wan dikirin û tona nefelê bi 800 TL difroşin.