NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê rojnameya Rojeva Medya Ahmet Aktaş di nivîsa xwe ya vê hefteyê de li ser biryara Parlamentoya Ewropayê ya der barê muzakereyên bi Tirkiryeyê re sekin û aşkera kir ku ji ber ku endamên vê meclisê nûnerên hemû dewletên Ewropayê ne, biryara ku ew bidin, bêguman xwedî giraniyekê ye.
Nivîskarê rojnameya Rojeva Medya Ahmet Aktaş dibêje ku her çend tê gotin ku biryarên vê meclisê ji bo dewletên endam ne wekî qanûnan derbasdar in jî lê belê bandoreke mezîn a psîkolojîk û exlaqî li ser raya giştî ya cîhanê dike. Aktaş aşkera kir ku hema qet nebe, derewînî û rûreşiya "dîktatoriya Erdogan" ji raya giştî ya cîhanê re radigihîne.
Berdewama nivîsa Aktaş wiha ye:
"Helbet ne biryareke layiqî van dewletên ku hemû xwe dergûşa demokrasiyê û parêzvanên mafên mirovan dibînin. Her wiha divê em jî xwe bi biryarên wisa nexapînin û hêviyeke mezin jê nekin.
Lê dîsa, her çend têr neke jî divê wek biryareke watedar a dewletên Ewropayê were dîtin. Belê li vê qonaxê, helwesta ku Amerîka û Rûsya nîşan bidin, ji ya van jî girîngtir e. Ji ber ku niha li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Sûriyeyê aktorên sereke û xwedî biryar, li gel HSD’ê ev her du dewlet in.
Di vê dema dawîn de, helwestên her du dewletan jî ne zelal in, dibe ku giran be jî lê mixabin durûtiyê dikin. Erê heta astekê tê zanîn ku her hêz berjewendiyên xwe diparêze. Lê her wiha divê exlaqekî vê siyasetê jî hebe. Her wiha, ger xwedanê mijarê ya hêjayî gotinê HSD'ê be, wê wextê ev pîvan çar caran derbasdar e. Ji ber ku hêza li ser wê axê li dijî dijminên mirovahiyê DAIŞ’ê şer û cengeke lehengî û canbexşane dimeşîne, HSD ye.
Lewma divê Rûsya jî û Amerîka jî li gel HSD’ê bi exlaq û bi edalet tev bigerin. Di serî de li ber raya giştî ya cîhanê, ev dewletên mezin, xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne. Êdî ev dewlet, wekî berê nikarin bi rûmet û kerameta gelan û mirovan bilîzin. Bi taybetî jî gelê kurd, êdî bûye xwedî serpêhatiyên pir dewlemend. Bi kurtayî fêrî siyaset û dîplomasiyê bûye, êdî kes nikare wekî berê bi hêsanî wî bixapîne.
Va ye li ber çavan e; ne li Cenevreyê, ne li Astanayê û ne jî li tu cîhên din jî nikarin çareseriyê ji pirsgirêkên Sûriyeyê û hemû Rojhilata Navîn re bibînin. Ji ber ku aktorên wan destnîşan kirine şaş û fehş in. Hela binêrin, li hemû cîhanê, gelo ew daw û doza ku dewleta tirk û Îran ketinê qet çareserî jê re hatiye dîtin? Hela em dîrokê bidin aliyekî, em roja îro li kiryarên wan binêrin; yek ji wan her roj mirovan îdam dike, ya din jî her roj wêran û talan dike û mirovan digire, dikuje, îşkence dike û dişewitîne.
Îcar divê Rûsya û Amerîka dev ji durûtiyên xwe berdin. Êdî hîle û xurde û şantaj nema bi kêr tên û ev pîvanên xerab ger li bejn û bala Erdogan werin jî li dewletên wekî wan nayên. Divê êdî vê rastiyê nas bikin.
Divê êdî her kes û her hêz bizanin û qebûl bikin ku gelê me bûye xwedî ruhê Kobanê, ma ev ruh êdî Efrînê dihêle ji faşîzma Erdogan û zîhniyeta DAIŞ’ê re.
Çavkaniya vê giyan û jiyanê, ji felsefeya Rêber Apo tê. Ev jî di 21’ê Adarê de, di 18’ê Gulanê de û 14’ê Tîrmehê de hat ceribandin û encama wê di 15’ê Tebaxê de derket holê. Niha jî di Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê de bûye pergaleke federalî û şaxên xwe berdide tevaya Sûriyeyê û dê li hemû Rojhilata Navîn jî geş bibe."