Meşa Edaletê gihişt Kartalê

STENBOL – Meşa Edaletê di roja 24’an de didome. Meşa Edaletê gihişt Kartalê. meşa îro pişti 7.8 kilometreyan dê bi dawî bibe.

Meşa Edaletê ku ji Enqere ber bi Stenbolê ve destê pê kir di roja 24’an de didome. Meşa ku serê sibê li taxa Şîfa ya Navçeya Tuzla dest pê kir, li qada Dumankaya Camî ya Kartalê navbera nîvro dan. Meş di bin tedbîrên mezin ên polîsan de didome. Kesên xwest tev li meşê bibin di lêgerîna polîsan re derbas bûn. Meşa ku di saetên serê sibê de dest pêk, di saetên nîvro de gihişt sed hezaran. Gelê Stenbolê piştgiriyek mezin da meşê. Di ketina navçeya Kartalê de nepoxên sor û spî yên rengê Ala Tirkiye nîşan didin hatin firantin. Şaredariya Kartalê meş bi Koma Bando pêşwazî kir. Meşa ku ji serê sibê heta niha 9.2 kilometre rê meşiyan, dê 7.8 kilometre rêyên din bimeşin. Meşa îro piştî 17 kilometre dê bi dawî bibe. Meş dê di saetên êvarî de li Perava Kartal Dragosê bi dawî bibe. Meşvan dê sibê li perava Maltepe beşdarî mîtîngê bibin. Kiliçdaroglu jî dê sibê ji perava Dragosê heta qata mîtîngê bi tenê 3 kilometreyan bimeşe.