Êrîşê çalakiya ji bo Gulmen û Ozakça kirin: Kesek hat binçavkirin

ENQERE – Kedkarên ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça, polîsan dîsa êrîşê wan kir û kesek binçav kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 122 roj e didome, li derve berxwedana ji bo piştgiriyê jî berdewam dike. Polîsan êrîşê çalakvanan kir û kesek binçavkirin.

Kedkaran xwest li ber Birdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bidin, li Kuçey Konurê li hev civiyan û pankarta "Îro çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh 122 roj e, bila kesên di bin çavan de serbest bên berdan" vekirin û dirûşmên "Nuriye û Semîh vîna me ne" berz kirin. Polîsna Kuçeya Konurê girtin, nehiştin çalakvan bikevin kuçeyê. Çalakvanan xwest li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin, polîsan êrîşê wan kir û ew ji herêmê dûr xistin.

Di êrîşê de Hatîce Yuksel hat binçavkirin.