STENBOL – Dê Meşa Edaletê sibê li Maltepeyê bi Mîtînga Edaletê bi dawî bibe, HDP ji bo bi girseyî tev li meşê bibe, xwe amade dike. Dê li hemû navçeyên Stenbolê otobûs bên rakirin û bi lolîpopên "Ji her kesî re edalet" dê piştigiyê bidin mîtîngê.
Meşa Edaletê ya ji Enqereyê dest pê kir û dê li Stenbolê bi mîtîngekî bi dawî bibe, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî amadekariyên xwe yên dawî dike û dê sibê beşdarî Mîtînga Edaletê bibe. Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê li hemû navçeyan otobûsan rake û bi lolîpopên "Ji her kesî re edalet" tev li mîtîngê bibe.
Tê payîn ku "Meclisa Na", hin hevparên HDK'ê û endamên Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) jî dê li Îskeleya Bostanciyê saet di 15.00'an de bi meşê tev li mîtîngê bibin.
Partiya Çep û Kesk jî dê saet di 17.00'an de li Rawestgeha Metroyê ya Maltepeyê bi meşekê tev li mîtîngê bibe.
CHP jî dê li ber hemû rêxistinên navçeyan maşîna rake û tev li mîtîngê bibe.