Li parlamenterê HDP'ê Pir 4 doz vekirin

AMED - Dozgeriyê li Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pir ji ber axaftinên wî 4 doz vekir. Dozger heta 33 salan cezayê hepsê ji Pîr dixwaze.

Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pir de 4 doz vekir. Pîr ku di 4’ê Mijdarê de hat binçavkirin û piştre bi şertê edlî hat berdan der barê Pîr de doz vekir. 8’emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdîanameya der barê Pir de qebûl kir. Dozger heta 33 salan ceza xwest. Dozger bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê”, “Gel teşfîkî kîn û dijmantiyê kiriye” û “propaganda rêxistinê kiriye” doz vekir. Dozger hemû axaftinên Pir wekî sedema sûc nîşan da û li ser axaftinên Pir doz vekir.

Dozger di îdîanameyê de xwest li gorî zgona 3713’an a Têkoşîna Bi Terorê re mafê Pîr ê bijartin û hilbijartinê ji destê wî bê girtin.