HDP'ê bersiva Erdogan da: Dîrok dê nîşan bide kî terorîst e

ENQERE - HDP'ê di bin 5 sernavan de bersiva Serokomar Erdogan ku ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş got "terorîst" da.

Serokomar Recep Tayyip Erdogan, li Almanyayê li Zîrveya G-20'ê ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş gotina "terorîst" bi kar anî. Desteya Rêveberiya HDP'ê di bin 5 sernavan de bersiva Erdogan da.

Daxuyaniya HDP'ê wisa ye:

"1- Selahattin Demirtaş ne terorîst e, ew Hevserokê Giştî yê HDPê û îradeya bi milyonan mirovan e. Ew parlementer e, berî niha namzetê Serokkomariyê bû û mirovekî bi rûmet e. Ew siyasetvanek e û wî bi têkoşîna xwe, bi fikr û nêrînên xwe, di dil û zêhna gelên Tirkiyeyê de cihê xwe wergirtiye û ji bo wan bûye hêvî.

2- Erdogan bi van beyanên xwe rasterast midaxaleyî darêzgeriyê dike û tesîr û zextê li dozên ku hîn encam nedane dike. Erdogan, her wiha bi awayekî aşkera gefan li Dadgeha Qanûna Bingehîn dixwe.

3- Ji bilî wê, Erdogan beriya ku Demirtaş wek “terorîst”, tawanbar dike, dibêje “Tirkiye dewleteke qanûnan” e û piştre jî dibêje “li cem me darêzgerî serbixwe ye.” Ev derew û elawatî ye.

4- Divê serokkomarek ti carî bi vî awayî neaxive, ev yek nayê qebûlkirin. Em vê gotina Erdogan şermezar û protesto dikin. Tarîx dê nîşan bide ka kî terorîst e.

5- Em ji raya giştî re beyan dikin ku em ê hesabê van gotinên bêhed û bêhisab, bi rêya siyasî û hiqûqa navneteweyî ji Serokê Giştî yê AKPê bipirsin."

Beşek daxuyaniya Serokomar Recep Tayyip Erdogan a li Hambûrga Almanyayê da ev e:

Li ser pirsa "dê Selahattin Demirtaş û parlementerên kurd kengî ji girtîgehê derkevin" Erdogan der barê Demîrtaş de wiha gotibû: "Rayeya berdana terorîstan ne di destê me de ye. Tirkiye welatekî huqûqê ye. Kesên hûn behsa wî dikin terorîstek e. Terorîstekî wisa ye ku hemû xwişk û birayên min ên kurd daxist kuçeyan û paşê dîsa 53 birayên min ên kurd bi kurdan da kuştin. Ji sûcên wî ev tenê sûcek e. Gelek sûcên wî yên bi vî rengî hene. Ew kese ku dibêje 'li pişta me PKK heye, PYD heye, YPG heye'. Ji xwe niha tê darizandin. Daraz der barê wan de çi biryarê bide ew biryar li ser ser û çavên me ye."