AMED - Bi salan e Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin. Amediyan, li dijî vê tecrîdê bertek nîşan dan û diyar kirin ku, tecrîd pêkanîneke dermirovahiyî ye. Amediyan wiha got: "Tenê kesek heye dikare welat ji vê çiravê xelas bike; ew jî Birêz Ocalan e."
18 sal in ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de birayê wî Mehmet Ocalan pê re hevdîtin çêkiribû, lê ji wê rojê heta niha agahî jê nayên wergirtin û her wiha her diçe ku bertekên li dijî şert û mercên tecrîda giran zêde dibin. Amediyan, li dijî vê tecrîda giran bertek nîşan dan û gotin ku, tecrîd sûcekî mirovahiyê ye û divê demildest dawî lê bê.
'DER BARÊ JIYANA OCALAN DE ENDÎŞEYÊN ME HENE'
Ensafê amediyî Mûzaffer Ataci, anî ziman ku tecrîda ku li ser Ocalan tê sepandin her diçe girantir dibe û ji ber vê şik û gumanên gel hene. Ataci, diyar kir ku der barê jiyana Ocalan de şik û gumanên wan hene. Ataci pirsî ku ji bo çi hevdîtina bi Ocalan re tê astengkirin. Ataci, diyar kir ku mirovekî ku bi salan ji bo aştiyê têdikoşe di şert û mercên tecrîdî de tê girtin û ev yek nayê qebûlkirin. Ataci, got ku bi tecrîdê re şerê li Tirkiyeyê kûrtir dibe û şer xwe gihandiye derîsinor jî. Ataci wiha axivî: "Dixwazin Rêber ji gel dûr bixînin û hemû destkeftiyên gel tune bikin. Dixwazin bifetisînin, lê nikarin. Ev tecrîd tenê ne li ser Rêber, di şexsê wî de li hemû kurdan tê kirin. Wek helbestvan dibêje; 'Pêxember dimirin, lê fikr û raman namirin.' Ev ne berawirdkirineke, lê dê felsefeya wî bijî. Divê Tirkiye vê rewşa ku tê de ye bibîne û divê hişê xwe bide serê xwe. Tenê kesek heye dikare welat ji vê çiravê xelas bike; ew jî Birêz Ocalan e."
'DERÎ AQILAN E KU MIROVEK JI BER DAXWAZA JIYANEKE WEKHEV TÊ TECRÎDKIRIN'
Mûsa Aslanê çilingar jî, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tê sepandin dermirovahiyî ye û wiha bertek nîşan da: "Abdullah Ocalan, ew rêber e ku dikare ji bo hemû gelên cîhanê jiyanê biafirîne. Felsefeya wî bêyî cudaparêziya ol, ziman, mezhebî felsefeya hemû mirovahiyê ye, felsefeya jiyaneke wekhev û biratiyê ye. Derî aqilan e ku mirovek ji ber daxwaza aştî û wekheviyê tê tecrîdkirin."
‘DIXWAZIN BI TECRÎDÊ GELÊ KURD ÇAVTIRSANDÎ BIKIN'
Qehwevan Mehmet Bariş, dest nîşan kir ku ji ber ku Ocalan pêşengiya kurdan dike di girtîgehê de ye û bi tecrîda li ser wî dixwazin gelê kurd bêdeng û çavtirsandî bikin. Bariş, diyar kir ku ev polîtîkayên AKP'ê ne polîtîkayên nû ne, ji serdema Şêx Seîd heta niha ev polîtîka didomin û wiha axivî: "Ji bo me Rêber sebeba hebûna kurdan e. Hebûna kurdan nîşanî hemû cîhanê da. Em gel li pişta Rêberê xwe ne. Tekane tişta ku AKP dike ew e ku gelan bera hev bide û çav berde destkeftiyên kurdan."
‘OCALN JI BO TIRKIYEYÊ FIRSENDEK E'
Fîkret Elpe jî, anî ziman ku Ocalan ji bo Tirkiyeyê firsendek e û tê xwestin ku bi tecrîdê ev firsend bê serobinokirin, lê belê ev yek nayê qebûlkirin û wiha got: "Di hucreyeke yekkesî de jî Ocalan hîsên mezin li me peyde dike. Ji ber ku îro li ser Rêber tecrîd heye, Tirkiye êrîşî Rojavayê dike. Çimkî baş dizanin ku Rêber vîna vî gelî ye û bi vê tecrîdê dixwazin vî gelî radest bigirin. Lê hem vê yekê dike hem jî behsa biratiyê dike. Lê çi dikin bila bikin dê nikaribin kurdan biqedînin. Bi salan e ku Rêber di hundur de ye, lê teslîm nebû û dê nebe jî."
‘TECRÎD PÊKANÎNEKE DERMIROVAHIYÎ YE'
Velî Ûzûn, anî ziman ku bi tecrîdê tê xwestin ku gelê kurd bitirsînin, lê belê ew ê tu carî van pêkanînên binpêkirina rûmetiyî û dermirovahiyî qebûl nekin. Ji bo cîhanê şermeke mezin e ku mirovekî wek fîlozofan di girtîgehê de be û wiha axivî: "Hûn ê îro rabin rêberê milyonan tecrîd bikin û biçin bi çeteyan re tevbigerin. Û hûn ê rabin bibêjin 'Em ê vê pirsgirêkê çareser bikin'. Birêz Ocalan sebeba hebûna gelê kurd e."
Mecît Tûrgay jî, anî ziman ku heta ku Ocalan biaxive dê tim aştî, hêvî û aramî hebe. Tûrgay, got ku bi tecrîda li ser Ocalan re mirov dimirin û wiha axivî: "Bi tecrîdê dixwazin vî gelî bêdeng bikin. Li kuderê cîhanê sepandineke wisa heye. Em vê yekê ne bi felsefeyê, ne bi mirovahiyê û ne jî bi olê re dikarin rave bikin. Ev tenê bi faşîzmê tê ravekirin."