MÊRSÎN - Serokê Şaxa DÎSK'ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy, li dijî rakirina "Qanûna Betlaneya Hefteyê" bertek nîşan da û got ku, îktîdar her roj bi pêşnûmayeke nû koletiya hevçerx dike qanûn. Pisporê Perwerdehî û Rêxistinbûyînê yê Tum Koy Sen'ê Sedat Başkavak jî wiha got: "Divê sendîka bi awayekî hevpar bitêkoşin."
Piştî ku Bi Mebesta Pêşvexistina Pîşesaziyê û Piştevaniya Hilberînê Pêşnûmaya Zagonî ya Der Barê Guherandina Hin Biryarnameyên Hikmê Qanûnan De (KHK) bû qanûn, "Qanûna Betlaneya Hefteyê" ji meriyetê hat rakirin û bi vê re nîqaşên ku dê karker dawiya hefteyê jî bixebitin anî. Serokê Şaxa DÎSK'ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy, got ku di qanûna ku di sala 1924'an de hat derxistin, hatiye diyarkirin ku divê heftê herî kêm rojekê karker betlaneyê bikin, lê belê vê qanûna nû re dixwazin ev maf ji holê bê rakirin.
'DIXWAZIN KOLETIYA HEVÇERX BÎNIN'
Goksoy, anî ziman ku hinceta vê jî ew e ku saziyên pîşesaziyê her sal miqdarekî diyarkirî didin şaredariyan û bi vê re ruhseta xebatê werdigirin. Goksoy, dest nîşan kir ku 15 sal in ku hikûmeta AKP'ê bênavber êrîşî kedê dike. Goksoy, got ku ji bo îktîdar rejîma xwe ya çewsîner bidomîne, dixwaze bi qanûnan mafên ku kedkar û karker bi dest xistine tune bike. Goksoy, dest nîşan kir ku hikûmet bi vî awayî dixwaze koletiya hevçerx bîne.
'BETLANEYA HEFTEYÊ KU BI AWAYEKÎ FIÎLÎ NEDIHAT BIKARANÎN BI TEMAMÎ HAT RAKIRIN'
Nûnerê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê yên Şoreşger (DEV-TEKSTÎL) ê Çûkûrovayê Ahmet Sûbaşi jî, dest nîşan kir ku mebest ji vê qanûnê ew e ku karker bêtir bên xebitandin û qezenca patronan zêdetir bibe. Sûbaşi, got ku ji xwe li Tirkiyeyê kesên li tekstîl û pîşesaziyan dixebitin betlaneya xwe ya hefteyê bi awayekî fiîlî bi kar nedianîn û bi vê qanûnê tê xwestin ku betlaneya hefteyê bi temamî ji holê bê rakirin.
'EV QANÛN BI KÊRÎ SERMAYEYÊ TÊ'
Serokê Şaxa Sendîkaya Karkerên Cam, Çîmento, Seramik, Ax û Pîşesaziyê (Krîstal Îş) ya Mêrsînê Ahmet Ergev jî wiha got: "Di asasê xwe de kargehên ku roja yekşemê karkeran dixebitînin miqdarek pere didan, lê bi vê zagonê barê bacê yê kargehên ku dawiya hefteyê karkeran didin xebitandin tê sivikirin. Ev qanûn hîn bêtir bi kêrî kardêran tê."
'DIVÊ SENDÎKA BI HEVKARIYÎ BITÊKOŞIN'
Pisporê Perwerdehî û Rêxistinbûyînê yê Tum Koy Sen'ê Sedat Başkavak jî wiha got: "Bi vê re betlaneya dawiya hefteyê û li kargehên ku di biniya 50'î karkerî didin xebitandin de mecbûriyeta xebitandina pisporên tenduristiya karkeran hat rakirin. Çîna karkeran van mafên xwe di sala 1924'an de bi têkoşîna xwe bi dest xistin. Madeya 'divê karker heftê 6 rojan bixebitin û rojekê jî betlaneyê bikin' bi vê qanûnê ji holê tê rakirin." Başkavak diyar kir ku divê sendîka li dijî vê tevbigerin û wiha got: "Divê sendîka bi hevkariyî bitêkoşin. Ne Turk-Îş û ne jî DÎSK bi tena serê xwe nikarin êrîşên li dijî çîna karkeran rawestînin. Divê li dijî qanûnên hikûmetê yên karkeran bin pê dikin têkoşîneke hevpar hebe."