STENBOL- Parlementoya Ewropayê, rapora der barê "hilawistina" muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê qebûl kir. Prof. Dr. Cengîz Aktar, vê raporê nirxand û dest nîşan kir ku divê êdî di warê muzakereyan de hêviya tiştekî ji Yekîtiya Ewropayê neyê kirin. Aktar wiha got: "Êdî deftera endamtiyê hat girtin."
Prof. Dr. Cengîz Aktar, biryara Parlementoya Ewropayê (PE), ya hilawistina muzakereyên ji bo endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) nirxand. Aktar, got ku lihevnekirina raçîngiyî heye.
'NÛNER BIRYARÊ DISTÎNIN'
Aktar, diyar kir ku rapora ku li PE'yê ji bo dengdayînê hat berpêşkirin, biryara ku dê di pêvajoyên bê de muzakere dubare bên nîqaşkirin ne û wiha got: "Biryara rawestandinê, ancax bi biryara hevpar a nûnerên welatên ku endamên YE'yê ne pêkan e."
‘EV ENCAMA TEWRÊN ANTÎ-DEMOKRATÎK ÊN TIRKIYEYÊ NE'
Aktar, bi bîr xist ku YE'yê ji sala 2013'an ve ji ber sekn û tevgerên Tirkiyeyê yên antî-demokratîk tewrê xwe nîşan daye û wiha diyar kir: "Rewşa Tirkiyeyê ya ji sala 2013'an ve û herî dawî rewşa wê ya xeyrî demokratîkbûyînî ku di sala 2016'an de zêde bû, ji aliyê YE'yê ve dostên xwe yê herî nêz jî ji xwe dûr xist. Ji xwe di fiîliyatê de muzakere qediyane. Di berpêşkirina raporê de jî, tişta tê nîqaşkirin ew e ku di warê huqûqî de nav li vê dûrketinê bê kirin an na."
'EW DEFTER HAT GIRTIN'
Qenaeta Aktar ew e ku Tirkiye gavên ji muzakereyên endamtiya YE'yê cudatir bavêje û wiha axivî: "Nafikirim ku Tirkiye wek welatekî sêyem têkiliyên xwe bidomîne. Dê tenê di warê bazirganiyê, NATO'yê û mijarên wek enerjî û koçberan de têkiliyê deyne. Êdî deftera endamtiyê hat girtin."
'DEMOKRAT BI TENÊ NE'
Aktar, dest nîşan kir ku sedema xerabûna têkiliyên Tikriye-YE'yê, ji ber biryarên Tirkiyeyê yên antî-demokratîk in. Aktar, got ku êdî nûnerên YE'yê naxwazin bi Tirkiyeyê re pêwendiyê deynin. Aktar wiha axivî: "Ji bo demokrasî yan jî bekaya Tirkiyeyê tu hewldaneke Ewropayê tune ye. Divê rastî bên dîtin. Wek niha tu wextî demokratên Tirkiyeyê bi tenê nemabûn."
'DÊ MUZAKERE NEYÊN AXAFTIN'
Aktar, anî ziman ku hem Tirkiye hem jî YE'yê ji encama ku muzakere ber bi qedandinê ve diçin kêfxweş in û wiha got: "Divê êdî hêviya tiştekî ji YE'yê neyê kirin." Aktar, anî ziman ku dê Tirkiye ji bo muzakereyên endamtiya YE'yê nekeve nava tu hewldanan û wiha domand: "Bi rêveberiya rejîma AKP'ê di warê mafan de lihevnekirina qumaşan heye. Wisa difikirim ku dê careke din muzakere neyên axaftin."