Qeyûmê Cizîrê vê carê dest bi birîna daran kir

ŞIRNEX - Li Cizîrê ji ber germahiyeke zêde her roj bi hezaran welatî berê xwe didan parkên li qeraxa Çemê Dîcleyê. Lê niha di bin navê "restorasyonê" de şaredariyê dest bi rûxandina van parkan kir. Qeyûmê bi dehan darên tuyê birîn û dar tune kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, her roj bi hezaran mirov berê xwe didan parkên li qeraxa Çemê Dicleyê ne û bêhna xwe lê vedidan. Niha jî di bin navê "restorasyonê" de komên girêdayî şaredariya qeyûm tayînî wê hatiye kirin dest bi rûxandina van parkan kirin. Komên girêdayî şaredariyê ji pira Cizîrê heta Taxa Yafesê hemû bufe, qulûbe, kafe û xwaringehan bi kemçeyan dirûxînin. Her wiha li vê qada parkî ji ber xebatên kolandinê bi dehan dar jî nesîbê xwe ji vê rûxandinê wergirtin. Bi taybetî jî komên şaredariyê darên tuyan jê dikin.

Xwediyên kargehan ku Îdareya Taybet a Bajêr bi awayekî salane park bikirê dabû wan, dest nîşan kirin ku wan gelek caran bi qeyûm re hevdîtin çêkiriye, lê belê dîsa jî dirûxînin. Xwediyên kargehan, diyar kirin ku dihat plankirin ku rûxandin meha Mijdarê dest pê bike, lê belê wan hîn jî fêm nekiriye ku çima niha dikin. Xwediyên kargehan anîn ziman ku ew hatine mexdûr kirin û wan kirêya xwe ya salekê dernexistiye. Bi rûxandinê re gelek kesên li kargehên li qada parkî dixebitîn jî betal man.

Xwediyên kargehan ragihandin ku, ji wan re hatiye gotin ku dê xebatên "restorasyonê" di nav 5 mehan de biqedin, lê belê guman û endîşeya wan ew e ku şuxulandina parqê bidin hin kesên din. Her wiha cizîriyan jî bertek nîşanî vê rewşê da.

Ev park di sala 2009'an de ji Şaredariya Cizîrê hatibûn wergirtin û dewrê Îdareya Taybet a Bajêr hatibûn kirin. Lê tişta ecêb ew e ku niha kemçe û karkerên şaredariyê wan dirûxînin.