ENQERE - Seroka Komîteya Mafên Karkeran Catelene Passchier, diyar kir ku ji bo îxracan "terorîzm" wek hincet tê nîşandan û wiha got: "Ma mumkun e ku li welatekî evqas kedkarên cemaweriyê terorîst bin?"
Seroka Komîteya Karkeran a Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) Catelene Passchier ku beşdarî Desteya Giştî ya KESK'ê bû, der barê çewisandinên li Tirkiyeyê yên li ser qada kedê çavdêrî û tespîtên xwe bi dihaber'ê re parve kirin.
Passchier, anî ziman ku der barê çewisandinên Tirkiyeyê yên li ser qada kedê agahiyên wan hebûn, lê wan xwestiye ew bên Tirkiyeyê yekser kedkaran guhdar bikin. Passchier wiha domand:
"Em dizanin her ku mirov ditirsin endamên KESK'ê kêm dibin, lê belê em bawer dikin ku dê piştevanî ji derheqê vê yekê derkeve. Heke hûn bên Tirkiyeyê, mirovekî/e ji rêzê bin û hayê we ji geşedanan tune be, hûn bêjin li Tirkiyeyê hewayeke germ heye, mirov jiyana xwe ya rojane berdewam dikin. Heke hûn hay ji vir tune bin hûn ê nizanibin ka çi diqewime. Li kuçeyan leşker tune ne, belkî hûn bêtir rastî posterên Erdogan tên... Ancax, lê heke derbarê qewimînên li Tirkiyeyê de planek we hebe û hûn biçin parkekê her tişt diguhere. Dema bi balafirê ji Amsterdamê hatim Stenbolê, rojnameyeke îngilîzî ku li Tirkiyeyê diweşe hebû û bêtir tê de îthamên der barê welatên Ewropayê de hebûn. Dema hûn van tiştan dibînin fikrek we çêdibe.
Duh bi şev li vir behsa gelek pirsgirêkên ku endam û rêveberên KESK'ê bi wan re rû bi rû dimînin hatin kirin. Em dibînin ku çewisandineke zêde heye. Ji ber axaftinên xwe hîn jî gelek endamên KESK'ê girtîne û me dît endîşeyên mirovan hene ku dibe bên girtin. Lê ya ku zêde bandor li min kir ev bû; li gel ewqas çewisandinan jî mirov çûn ser kursiyê û bi awayekî zelal rexneyên xwe anîn ziman.
TIRKIYE WEK MUZEYA GIRTÎGEHEKE VEKIRÎ YE
Îro me serdana Girtîgeha Ûlûcanlarê ku di sala 2006'an de wek muze hat veguherandin kir. Dema hûn serdana cihên wisa dikin hûn tiştên wisa difikirin, nexwe berê rewşa li vî welatî ne tu rewş bûye. Lê ez li vê fikirîm li Tirkiyeyê girtîgeh hene û kesên çepgir, sendîkavan, siyasetmedar, muxalif û kesên rexneyên xwe tînin ziman dixin girtîgehan. Dîmena li Ûlûcanlarê hîn jî didome. Welat wek muzeya girtîgeheke vekiriye. Ji dil û can dikarim vî tiştî bibêjim, ev tişt me sendîkavanê navnetewî ber bi fikreke ku em dikarin hîn bêtir tiştinan bikin bir."
ILO TESPÎT KIR KU LI SER SENDÎKAVANAN ÇEWISANDIN HENE
Passchier, anî ziman ku Tirkiye peymanên ILO'yê îmze kirine û alîgirekî van peymana ye û ev agahî dan: "Heke Tirkiye li gor van peymanan tevnegere, dê ILO tevbigere. Lê belê ji bo vê yekê divê ji Tirkiyeyê serlêdan bên kirin. Sendîkavan dikarin vê yekê bikin. Dikarin di warê azadiya rêxistinbûyîna peymanên karî yên komî de serlêdanan bikin. Her wiha di warê binpêkirina hikmên ku divê li kargehan nûnerên sendîkayan biparêzin de jî serlêdanan bikin. Di Konferansa ILO ya meha Hezîranê de serlêdaneke ku Tirkiye li cihên kar sendîkayan naparêze hat kirin. Heyeta pispor a ILO'yê jî biryara ku li Tirkiyeyê sendîkavan nayên parastin da."
Passchier, anî ziman ku demek berê karkerên ku li Qaterê dixebitîn serlêdaneke binpêkirina mafan kirine û li ser vê wan lêkolîn kiriye û "biryara binpêkirinê" dane. Passchier, got ku ji bo ILO tevbigere divê serlêdan zêde bin.
Passchier ku got “Ez tevlî tespîta ku mekanîzmayên navnetewî baş tevnagerin dibim" wiha axivî: "Divê em jî bifikirin ku ka em çawa van saziyên navnetewî çalaktir bikin." Passchier wiha domand:
ERDOGAN HER TIŞTÎ BAŞ NÎŞAN DIDE
“Meseleya li vir wiha ye: Peymanên ku Tirkiye alîgirê wan e hene. Fesixkirina peymana kar, peymana ciyawaziyê ya jimare 111'an, peymana 115'an ku di qada cemaweriyê de azadiya ramanê ya ILO'yê di xwe de dihebîne... Yanî peymanên cuda cuda dikarin bên bikaranîn. Erdogan li Tirkiyeyê her tiştî baş nîşan dide û em dikarin bi delîl vana nîşan bidin. ILO bi her terefê cîhanê re eleqedar dibe û divê bala xwe bide ser meseleyên girîng. Ji ber vê min jî got divê em van mekanîzmayên navnetewî çalaktir bikin.
HER CURE NEHEQÎ BI 'TERORÎZMÊ' TÊ HINCETKIRIN
Li cîhanê em bi pirsgirêkên en wek rejîmên Tirkiyeyê re rû bi rû dimînin. Em çi biaxivin biaxivin lê hinceta terorîzm, endamtiya rêxistinê datînin ber me û dixwazin rê li ber hemû nîqaşan bigirin. Her cara ku em tiştekî ji Tirkiyeyê dipirsin dibêjin ev ne di çarçoveya sendîka û azadiya rêxistinbûyînê de ne, ev ji ber tawanbariya terorê ne. Îjar a girîng ev e em tiştên nîşanî me didin derbas bikin. Çimkî dema em li hejmara mirovên hatine îxrackirin dinihêirin, diyar dibe ku eleqeya vê bi terorîzmê re tune ye û em ferq dikin ku mirovên ku rexne kirine hatine girtin û ji xwe ne mumkun e ku li welatekî evqas kedkarên cemaweriyê terorîst bin. Her kes hay ji vê heye."
PÊDIVÎ BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR HEYE
Passchier, anî ziman ku xespkirina mafan tenê li qada kedê xwe nadin der û li hemberî vê ji bo parastina ked, xebat, azadiya ramanê û mafên bingehîn pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye. Passchier wiha axivî: "Ji ber vê divê bi têkoşîneke yekbûyî û stratejiyeke yekbûyî ji derheqê vê bê derketin."