Qiranî ya ji komkujiyê rizgar bû dibe dengê Êzîdiyan

ŞENGAL – Fexriye Qirranî ya 17 salî ku ji êrîşê DAÎŞ’ê reviya û 8 rojan li Çiyayê Şengalê ma, ji bo bibe dengê gelê Êzîdî rojnamegeriyê dike. Qîrranî, diyar kir ku ji bo bibe dengê gelê êzîdî û dayikên êzîdî dest bi rojnamegeriyê kiriye.

Ciwana 17 salî Fexriye Qirranî, ku di êrîşa DAÎŞ'ê ya 3'ê Tebaxa 2014'an de xwe li Çiyayê Şengalê parast û ji DAÎŞ'ê rizgar kir, niha rojnamegeriyê dike. Fexriya Qîrranî ji bo bibe dengê gelê Êzîdî rojnamegeriyê dike. Qirranî ku 3 mehin di Çira TV de rojnamegeriyê dike li ser armanca xwe axivî. Qîrranî, anî ziman ku gelê Êzîdî êdî li ser piyan e û dikare di her alî de xwe biparêze. Qirranî ku li gundê Sîba ji malbata 9 xwişk û 4 birha ne, ji êrîşê DAÎŞ'ê reviya û piştî 8 rojan ji aliyê şervanên PKK'ê ve hat rizgarkirin. Qîrranî, diyar kir ku 8 rojan li Çiyayê Şengalê ma û tevî mezin û zarokan bê av û bê xwarin man. Qirranî, anî ziman ku pir zor û zahmetî dîtin û ji mirinê rizgar bûn. Qiranî, anî ziman ku ji ber parastina wan tune bû ferman li wan rebû û wiha got: "Tavusê Melek û hevalan hatin em xelas kirin. Hevalan pir alîkarî kir. Peşmergeyên KDP’ê em hiştin û reviyan. PKK’yiyên bi hawara me hatin em ji fermana 74'an rizgar kirin."

'EZ JI BO DAYIKÊN ÊZÎDÎ HATIM ÇAMENIYÊ'

Qîrranî, li Kampa Newroz a Dêrîkê 2 mehan ma diyar kir ku li wir demekê di nava xebatên ciwanan de cih girt û wiha got: "Piştî demekê ez tev li xebatên çapemeniyê bûm. Ez piştî kampê tevî malbata xwe hatim navçeya Xanesorê. Min li Serdeşê dest bi xebatên çapemeniyê kir. 3 mehin di Çira TV de nûçegîhaniyê dikim. Ez ji bo dayikên Êzîdî ku êş kişandin tev li çapeminyê bûm. Ji bo bibem dengê gelê Êzîdî min li Serdeştê dest bi xebatên çapemeniyê kir. Birayekî min şervan e. Birayekî min tercûmanê îngîlîzî ye û çû Emerîka. Birayê min ê din di Asayişa Êzidxan de cih digire. Birayê min ê din jî di nava xebatên çandê de cih digire. Xwişkek min jî di Radyoya Çira de dixebite. Xwişkên min ên din jî di xebatên çandê de cih digirin."

Qîrranî, bang li ciwanên êzîdî kir û xwest tev li xebatan bibin û wiha got: "Beriya fermanê jinek ciwan nikarîbû tenê derkeve kolanê. Lê niha hem jin hem xort parastina xwe dike. Dayikên me yên Êzîdî li meclîs û qadan xwe perwerde dikin. Ciwanên êdîzî êdî dikarin xwe bi rêve bibin. Xwe perwerde dikin û xizmeta civakê dikin. Ez bang li hemû ciwanên malê dikin û dixwazin werin tev li xebatan bibin. Em dibêjin êdî DAÎŞ xelas dibe û hemû welatiyên me yên koç kirine dikarin li gund û warên xwe vegerin. Em dibêjin êdî gundê me azad bûne û hêza me ya parastinê YBŞ û YJŞ heye. Êdî tu kes nikare cerek din me bi xapîne û êrîşî me bike. Em xwe bi xwe bi rêve dibin. Niha xeyala min, rizgarkirina êzîdîdiyên di destê DAÎŞ'ê de ye. Ez dixwazin xwe di qada çapemeniyê de pêş bixim. "