BEDLÎS - Li navçeya Tetwanê ya Bedlisê li ser rê teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li ser rêya navbera Hîzan û Tetwanê dema maşîna leşkeran derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû. Di derengê saetên êvarî de li ser rêya Hizan-Tetwanê li herêma Çiyayê Hazra teqin pêk hat. Leşkerên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.