MÊRDÎN – Li Mêrdîn û navçeyên wê qezayên cuda çêbûn. Di qezayan de 6 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Duh bi şev li ber Miduriyeta Bajêr a Çandiniyê ya Mêrdînê û li ser rêya Mêrdîn û Amedê qezaya trafîkê rû da. Maşîneya bi plaqeya 21 AV 248 û maşîneya bi plaqeya 10 NJ 883 li hev qelibîn. Bi hevketinê re maşîneya bi plaqeya 21 AV 248 agir pê ket, ajokarê maşîneyê Kasim Yilmaz (27) û zarokê/a 4 salî ya nasnameya wî/ê nehat zelalkirin, jiyana xwe ji dest dan. Abdulgaffur Yilmaz ê di haman maşîneyê de birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Di maşîneya din de jî Îlyas Erîn (29) û Atiye Erîn (51) birîndar bûn û rixmê hemû mudaxaleyan jî nehatin rizgarkirin. Zarokên bi navê Selahattîn Erîn (2), Şehrîban Erîn (8), welatiyên bi navê Cîhat Erîn (22), Nuray Erîn (31), Hidir Erîn (2) û Firat Erîn (17) jî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Hat gotin ku rewşa hin birîndaran giran e.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê wesayîta plakaya wê 34 JF 2755 li ciwanê Ronî Îldem xist û bi giranî birîndar kir. Îldem li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Dêrikê jî maşîneya plakeya wê 47 KR 007 li zarokê 7 salî Abdullah Duruk Kanat qeliband û ew kuşt.