Komeleya 10 Ekîm; Em beşdarî rûniştina sibê bibin

ENQERE – Rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê dê di 10-11'ê Tîrmehê de li 4'emîn Dadgehacezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Seroka Komeleya 10 Ekim Prz. Mehtap Sakinci Coşgun, diyar kir ku ger li vê dozê xwedî derkevin, dê berdeya pişt komkjiya 10'ê Cotmehê ronî bikin û hem jî dê rê li pêş komkujiyên bi vî ringî bigirin.

4'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya li GAR'a Enqereyê pêk hat dê di 10-11'ê Tîrmehê de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Rûniştina 3'emîn 13 rojan hat dîtin. Di dosyaya dozê de 19 bersûcên girtî tên darizandin. Kesên bi bultena sor li wan tên gerandin jî hen. Di vê pêvajoyê de Mustafa Budak ê 61 salî ku birîndar bû di 25'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Di rûniştina doza ku 125 mexdûr hene de dê 10 mexdûrên nû tev li rûniştina dozê bibin. Seroka Komeleya 10 Ekim Prz. Mehtap Sakinci Coşgun, diyar kir ku ger li vê dozê xwedî derkevin, dê berdeya pişt komkjiya 10'ê Cotmehê ronî bikin û hem jî dê rê li pêş komkujiyên bi vî ringî bigirin. Coşgun, anî ziman ku ji bo raporên mufetîşên mulkiyê di dosyayê de cih bigirin di nava hewldanan de ne û xwest cemawerî jî li dozê xwedî derkeve. Çoşgun, anî ziman ku ger li dozê xwedî derkevin dikarin gelek pirsirêkan çareser bikin û bang li her kesî kir ku tev li rûniştina dozê bibin.