TÎHV: Binçavkirina jina du canî îşkence ye

ÎZMÎR - Zara Koç bi malbata xwe re li Îzmîrê hat binçavkirin, Koç 9 meh e du canî ye û bi vê halê xwe bi roja e di bin çavan de tê girtin. Endamê Lijneya Rêveberiya TÎHV'ê Coşkun Ustercî bertek nîşanê vê hovîtiyê da û ev rewş wekî îşkence pênase kir. Kekê Koç Davut Yagmur jî ev tişt got: "Binçavkirina jineke du canî û di bin çavan de sanciyan bikişîne û wê dernexin nexweşxaneyê ev zilm e."

Li navçeyên Torbali û Selçukluyê yên Îzmîrê berî 6 rojan serdagirtinên malan pêk hatibû, Zara Koç a 9 meh e du canî ye, bi xizmêm xwe re hat binçavkirin û her çendî rewşa wê ne baş be jî bi rojan e di bin çavan de ye. Koç sanciyên welidandinê dikişîne û dibe a niha zaroka xwe bîne dinê. Kekê Koç Davut Yagmur aşkera kir ku ew ji xweşka xwe agahî nagirin û ji ber rewşa wê bi fikar in.

Koç bi 3 zarokên xwe re hatibû binçavkirin, lê piştre zarokên wê şandin malê, zarokên wê her kêlî ji bo dayika xwe digirîn. Yagmur di vê der barê de jî ev agahî da: "Zarok niha li gel xal û xaltîkên xwe dimînin. Rewşa wan qet ne baş e. Xwişka min du canî ye. Jineke du canî di bin çavan de girtin û sanciyê wê hebin wê nebin nexweşxaneyê ev zilm e. Zarokek di nezaretê de çawa tê dinê? Divê demil dest xwişka min rakin nexweşxaneyê."

TÎHV: EV ÎŞKENCE YE

Endamê Lijneya Rêveberiya Weqfa MAfên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkun Ustercî, aşkera kir ku jineke 9 mehan du canî di bin çavan de girtin, îşkence ye. Ustercî da zanîn ku tiştên qewimî ne nayê qebûlkirin û xwest demil dest jina du canî serbest bê berdan. Ustercî bang li rayedaran jî kir û wiha axivî: "Di serî de mafê jiyanê, hemû mafên bingehîn tên binpêkirin. Em di vê mînakê de vê yekê dibînin. Ew qas dema binçavkirinê dirêj kirin, bingehê ji îşkenceyê re amade dikin. Ya rast divê OHAL bê rakirin."

‘SÛC TUNE SERBEST BERDIN’

Hevjînê Mariyet Çîlek a di bin çavan de, Ata Çîçek jî piştrast kir ku bi kûçikan ketine mala wan û lêgerîn pêk anîne. Çîçek destnîşan kir ku sedema serdagirtinê hêj nizanin, li malê tiştk nehatiye desteserkirin û wiha pê de çû: "Ji 3'yê Tîrmehê vir ve malbata me bê sedem di bin çavan de ye. Hemû xwedî zarok in. Niha di bin çavan de çi dijîn, rewşa wan çawa ye kes nizane. Divê demil dest serbest bên berdan. Ji ber ku tu sûcê wan tune."