SILÊMANÎ - Jinên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, ji bo amadekariyên 3'enîn Konferansa Jinan a Neteweyî li bajarê Silêmanî civiyan.
Civîna ku bi pêşengiya Koma Jinên Kurdistanê (KJK) ve tê lidarxistin, bi beşdariya 80 delegeyên ji nûnerên partî û rêxistinên jinan ên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, dest pê kir. Tê payin ku civîn bi sê rûniştinan pêk were. Di rûniştina destpêkê ya civîna amadekariyê de wê li ser "Rewşa jinê ya li çar parçeyên Kurdistanê" pêşkêşî were kirin. Di rûniştina duyemîn de wê li ser "Pêwîstiyên rêxistinbûna hevpar a jinên Kurd û yekîtiya neteweyî" pêşkêşî bê kirin. Di rûniştina sêyemîn a civînê de jî tê payin, "plansazî were kirin û komîteya amadekariyê ji bo Konferansa 3'emîn a Jinê ya Neteweyî" bê avakirin."
Piştî her sê rûniştinan, wê encamnameya civînê bi raya giştî re bê parvekirin. Li gorî agahiyan, her du rûniştinên ewilî yên civîna amadekar, wê li çapemeniyê vekirî be, rûniştina dawî wê li çapemeniyê girtî be. Konferansên Jinê ya Neteweyî ya yekemîn di 2012'an li Amedê, ya duyemîn jî di 2013'an li Hewlêrê pêk hatibû.