ENQRE - DBP bi şiyara "Bi civaka zana ber bi pêşeroja azad ve" 4'emîn kongreya Asayî pêk tîne û dê rêveberiya xwe diyar bike.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Otela Neva Plasê ya Enqereyê 4'emîn Kongreya Asayî li dar dixe. Kongre bi şiyara "Bi civka zana ber bi pêşeroja azad ve" pêk tê, ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê delege beşdarî kongreyê bûn. Di nav mêvanan de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, wekîlên HDP'ê û gelek rêveberên ÎHD, KESK, EGÎTÎM SEN'ê jî cih girtin. Dîsa malbatên kesên li Cizîrê hatin qetilkirin ên wekî Mehmet Tunç, Mehmet Yavuzel û Sêvê Demîr jî beşdarî kongreyê bûn. Ji bajarên Kurdistanê gelek jin bi cil û bergên neteweyî beşdarî kongreyê bûn û civîn rengîn kirin.
Di salona kongreyê de wêneyên Mehmet Tunç, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hatin daliqandin. Ji derveyê wêneyan, pankartên "Ji Ocalan re azadî", "Em bê deng nabin, natirsin, hîn nabin", "Bi şoreşa jinê, ber bi xweseriya demokratîk ve" jî hatin daliqandin.
DBP'ya ku 4'emîn kongreya xwe pêk tîne, Hevseroka Giştî Sebahat Tuncel, 72 hevşaredar û 4 hezar endam û rêveberên wê di girtîgehê de ne.
Di kongreyê de dê bi yek lîsteyê biçin dengdanê û dê Sehabat Tuncel a di 6'ê Mijdara 2016'an de hat girtin û Mehmet Aslan wekî hevserokên nû bên hilbijartin. Her wiha di kongreyê de dê Meclisa Partiyê (MP) û ji rêxistinên partiyê dê lîsteya 60 kesên nû bê diyarkirin.
Dê kongre herî dawî bi axaftina mêvanan, nîşandana sînevîzyonê, xwendina raporê û herî dawî bi hilbijartinê bi dawî bibe.