'Bi karanîna keyfî ya maşîneyên zirxî dibe sedema mirinan'

AMED - Di demên dawî de bi dehan welatiyên kurd bi maşîneyên zirxî hatin qetilkirin. Însiyatîfa Heq a Amedê aşkera kir ku sedema van mirinan hemû ji ber ku hêzên dewletê bi lez, bê tevdîr û bê baldarî maşîneyan dajon, bi şêwayekî keyfî dibe sedema mirinan.

Însiyatîfa Heq a Amedê bi daxuyaniyekî bal kişand ser hovîtiyên maşîneyên zirxî yên dibin sedema mirina welatiyan û piştrast kir ku maşîneyên zirxî gefan li mafê jiyanê dixwin û ev tişt got: "Ji roja destpêkê heta niha em bi dengekî bilind li dijî pêvajoya pevçûnê derdikevin. Maşîneyên zirxî yên bi lez û bez dikevin kuçeyên teng, an jî di rêyan de dewriye digerin, di serî de mafê jiyanê, gefan li azadiya welatiyan dixwin. Di serî de li Amedê, li gelek bajarên Kurdistanê, gelek welatî bi maşîneyên zirxî jiyana xwe ji dest dan."

DI NAVA 2 SALAN DE 22 MIRIN

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku di salên dawî de gelek welatiyan ji ber maşîneyên zirxî jiyana xwe ji dest dane û ev agahî hat dayîn: "Bi destpêkirina pevçûnan re, maşîneyên zirxî yên ku li welatiyan dane, di 7'ê nîsana 2016'an de li Amedê Hatun Elhuman (55), di 7'ê Hezîranê de li Şirnexê Bunyamîn Bayaram (6), di 6'ê Îlonê de li Dersimê Naciye Ozdemîr (71), di 24'ê Cotmehê de li Şirnexê Hakan Sarak ê 5 salî û bi giştî 4 kesan jiyan xwe ji dest da. Di sala 2017'an de; di 9'ê Sibatê de li Mêrdînê Berfîn Dîlek (7), di 18'ê Nîsanê de li Wanê Samî Uçan û 8 sivîl, di 4'ê Gulanê de li Şirnexê Muhammed (7) û Furkan (6) ên birayên hev, di 14'ê Hezîranê de li Amedê Pakîze Hazar (85), di 20'ê Hezîranê de li navçeya Licê ya Amedê maşîneya zirxî li maşîneya welatiyên sivîl xist, 5 kes li vir bi giştî 18 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji derveyê van bi hincetên wekî alavên leşkerî xirabe ye û 'qezayên' ku bi rêya panzeran pêk hatine jî bûn sedema mirna gelek welatiyan."

Di dawiya daxuyanyê de herî dawî bûyera M.O. yê 5 salî yê li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê jî hat bibîrxistin û ev tişt hat gotin: "Bêguman sedema van bûyeran ji ber şer û pevçûnên herêmê ye û ji ber ku ev rewş hêzên dewletê dixe nav rihetiyekê, xwe di her warî de serbest dibînin, ev dibe sedema rewşên wiha."