ENQERE - Hevseroka BDP'ê ya girtî Sebahat Tuncel ji kongreya DBP'ê re peyamek şand û ev tişt got: "Ji bo em di hemû qadên jiyanê de jiyanê xweş û azad bikin, di nav aştiyê de paşerojekê ava bikin, di îro de em destpêkeke nû pêk tînin." Tuncel aşkera kir ku ji bo pêşeroja gelên li Rojhilata Navîn jî Konfederasyona Rojhilata Navîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye dikare bibe çareserî.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şiyara "Bi civaka zana ber bi pêşeroja azad ve" 4'emîn Kongreya Awarte li dar dixe. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Sebahat Tuncel li Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê peyamek ji kongreyê re şand.
Tuncel di nameya xwe de got ku "Tê xwestin bi fîlî DBP'ê bigirin" û ev tişt hat gotin: "Divê ev partiya bi hişmendiya Xweseriya Demokratîk tev biger û teqes divê em bi ser kevin." Tuncel li ser polîtîkaya zayendîparêz a AKP'ê jî rawestiya û wiha got: "Îdiaya meya jina azad: Jin tune be jiyan jî tune ye."
Tuncel beşdarvanên kongreyê jî silav kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez hemû hevrê û mêvanên ku beşdarî kongreya me bûne silav dikim. Min dixwest îro li wir xîtabê we bikira, lê mixabin ji ber polîtîkaya AKP'ê ya dîlgirtinê, ez li Girtîgeha Sîlîvriyê bi rêya nameyekê dengê xwe digihînim we."
DIXWAZIN BI AWAYEKÊ FÎLÎ DBP'Ê BIGIRIN
Tuncel aşkera kir ku li dijî partiya wan DBP'ê şideteke sîstematîk a dewletê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di kongreya me ya din de hevserokê me girtî bû Niha jî e girtî me. Hevserokê me birêz Kamuran Yuksek ji vê şideta dewletê nesîbê xwe girt. Di serî de hevşaredarên me yên Amed û Wanê, bi dehan hevşaredarên me girtî ne. Îro jî ev girtin û binçavkirin didomin, dixwazin bi awayekî fîlî BDP'ê bigirin."
Tuncel destnîşan kir kku divê xeta azadiya jinê bê berdewamkirin û wiha got: "Bi gelên li Tirkiyeyê re bi wekhevî û di çarçoveya Komara Demokratîk de, divê bi yekitiya gelên li Rojhilata Navîn re, di çarçoveya azadî û aştiyê de Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk bê avakirin. Ji bo vê divê ked û xwedan bê dayîn."
Tuncel got ku "Pêkanîna aştiyek bi rûmet daxwaza me ya bingehîn e" û piştrast kir ku divê li gorî berpirsyariya dîrokî tevgerîn pêk bê. Tuncel da zanîn ku kongre destpêkek nû ye û ev tişt anî ziman: "Her kongre di heman demê de destpêkek e, bi yên kevin re hesab dîtin e, hevrûbûn e."
GEL PÊŞENGIYÊ DIXWAZE
Tuncel anî ziman ku bi tarzê berê, tempo û xebata rojane, pêşeroj nayê qezenckirin û ev tişt li nirxandinên xwe zêde kir: "Divê em dest ji wê kesayetiya ku rolê nagire ser xwe û hemû kêmasiyan berdin. Gel pêşengiyê ji me dixwaze. Gel dixwaze em xwedî li berxwedana li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Sûr, Gever û Şirnexê derketiye pêş derkevin."
Tuncel, anî ziman ku feraseta netew dewlet rê li pêş krîzên nû vedike û wiha got: "pergala modernîteya kapitalist krizek bingehin dijî. Pada krîza pergala modernîteya kapîtalîst a sereke feraseta netew dewletê ye. Li şûna pirsgirêka civakî çareser bike, krîzê kûrtir dike. Êdî şer dike perçeyekî jiyana rojane. Ji ber vê yekê bi milyonan mirov ji cih û warên xwe koç dike û bi sed hezaran mirov tên kuştin. Mafê mirovan ê azadiyê ji destê wan tê girtin. Ev ne qedera gelê Rojhilata Navîn e. Ji bo gelên Rojhilata Navîn jiyanek azad, bê şer û bê kuştin jî pêkan e."
ÇARESERÎ KONFEDERASYONA DEMOKRATÎK E
Tuncel, bal kişand ser tahlîla Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan jî gotibû çareserî Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratik e. Xweseriya Demokratîk û Komara Demokratîk ku li Rojava dikeve meriyetê tenê rêya xelasiyê ya gelê Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê pergala li Rojava dikeve meriyetê dibe hêviya azadiya mirovan."
Tuncel, anî ziman ku rêya demokratîkbûnê di çareseriyê re derbas dibe û wiha berdewam kir: "Ji bo hemû Rojhilata Navîn demokratîk bibe divê berî her tiştî pirsgirêka kurd û Kurdistanê çareser bibe. Herdu bi hevve girêdayî ne. Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka kurd jiyanî ye. Pêvajoya diyalogê ku Birêz Abdullah Ocalan di 2013 -2015'an de da destpêkirin, di pêvajoya ‘Mutabakata Dolmabahçe" de ji aliyê AKP'ê ve mase hat xistin. Piştî vê yekê AKP'ê di çareseriya pirsgirêka kurd de projeya ‘Plana Hilweşandinê" xist meriyetê. Bi rêbazên li dijî demokrasiyê hewld dan kurdan tune bikin. Dewleta AKP'ê hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin dan hemberî xwe û dengê wan qut kirin. Hemû hêzên muxalif dan hemberî xwe û dengê wan qut kir."
TIRKIYE BI REJÎMA REWŞA AWARTE BI RÊVE DIBIN
Tuncel, anî ziman ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê AKP'ê encama hilbijartinê tune hesiband û darbeya siyasî pêk anî û wiha got: "AKP'ê piştre hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê kir hincet û darbeya siyasî ya piştî 7'ê hezîranê bi ruh kir. OHAL îlan kir. Niha Tirkiye bi Rejîma Rewşa Awarte tê rêvebirin. Tirkiye bi KHK’an tê rêvebirin. Polîtîkaya bêçareseriya pirsgirêka kurd ne tenê kurdan, bandorê li ser pêşeroja hemû gelên Tirkiye dike. Mafê gelê kurd û Tirkiye yên giştî û yên herêmî had desteserkirin. Hemû nirxên ku gelê kurd di hilbijartinan de bi dest xist ji destê wan hat derxistin. Li dijî partiya me êrîşek berfireh daye destpêkirin. Hevseroken me, wekîlên me, hevşaredarên me û endamên meclîsa me hemû hatine girtin. Miskalê demokrasiyê jî li Tirkiye nemaye. Di vê pêvajoyê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê dîl hatine girtin. Di vê pêvajoya ku kongreya me pêk tê ev pêvajo berdewam dike. Mafê gelê kurd ê herêmî û siyasî hatiye desteserkirin. Bi KHK’ê çapemeniya azad hatiye bêdengkirin. Akademîsyen hatin girtin. AKP di vê pêvajoyê de bi ser neketiye. Têk çûye. Gelê Tirkiye li dijî feraseta AKP’ê ya yekperest, zayendîperest, olperest, nijadperest û militarist a rejîma yek zilamî di referandumê de bersîva xurt daye. "
TIRKIYE DI KAOSÊ DE YE
Tuncel, anî ziman ku Tirkiye ketiye nava kaosê hewl dide bi tundiyê û zordariyê xwe ji vê kaosê derxe û wiha axivî: "Rosa Luxemburg gotibû ‘Me got ger ku Napolyon ango despotekî wekî wî, ji paşketina gel a siyasî û mêtîngeriya gel a aborî sûd bigire û amûra demokrasiyê referandum bike pêpeloka armanca Sezarlikê, emê li dijî wê demokrasiyê derketin." Wekî Rosa jî got ew demokrasî ne rewa ye. Vîna gel hatiye desteserkirin." Ji ber vê yekê pêdiviya gelê Tirkiye bi rêbazên nû û rêyên nû heye. HDP navê vê rêbaza nû û hêviya nû ye. CHP heta niha nebûye alternatif û bûye piştekê Îktîdarê.
Daxwaza edaletê îro daxwaza hemû gelê Tirkiyeyê ye. Bi qasî edaletê azadî û aştîe jî daxwaza gelan a lezgîn e. Em wekî DBP'ê ji bo pêşerojek azad û demokratik amade ne ku berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Em li dijî rejîma faşîst ne bê çare ne. Em hêza xwe bibînin û bi hêza xwe bawer bikin ji bo çareseriyê têr dike.
LI DIJÎ NETEW DEWLETÊ XWESERIYA DEMOKRATÎK
Tuncel, anî ziman ku ew ji her demê bêtir di demek zor de derbas dibin, lê hêza wan a çareseriyê ji her demê bêtir e û wiha bi dawî kir: "Çareserî ne netew dewlet e. Çareserî Xweseriya Demokratîk e. Çareserî berdewama muzakereyên Dolmabahçe ye. Îro Îmrali di bin tecrîdê de ye. Daxwaza gel a aştî, azadî û demokrasiyê bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye. Em wekî DBP'ê dîsa balê dikişînin ser rola Birêz Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk. Em dibêjin bila tecrida giran a 19 salan bi lezgin bi dawî bibe. Bila şertên tendurîstî û fîzîkî yên Birêz Ocalan azad bibe. Ji bo aştiya civakî divê gavên lezgîn bên avêtin. "