Peyama Demîrtaş a kongreya DBP'ê: Berxwedan girêdayî rêxistinbûna gel e

ENQERE - Hevserokê Giştî HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, ji 4'emîn kongreya DBP'ê re şand. Demirtaş, anî ziman ku li her derê mezinkirina berxwedana li dijî faşizmê, bi rêxistinbûna gel pêkan e. Demîrtaş, da zanîn ku ev jî bi perwerdehiyê û têrkirina bîrdoziyê pêkan e. Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcihan Şîmşek jî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser çareseriya Xweseriya Demokratîk e.

Rêxistina DBP'ê bi hişyariyf "Bi Civaka Zane dibe ber bi Pêşeroja Azad ve" 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî berdewam dike. Kongre bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Di vekirina kongreyê de Seroka Dîwana Kongreyê Leyla Guven, diyar kir ku xebatên DBP'ê ji nêzîk ve tên şopandin û wiha got: "Ji ber ku ev partî bi rastî jî partiya gel e. Ji ber ku partiya gel e di bin êrîşên mezin ên dewletê dene. Birêz Ocalan 18 salin li Îmraliyê di bin tecrîda giran deye. DBP li hemberî êrîşên li ser Kurdistanê her ku diçe xwe bi rêxistin dike û mezin dibe. Ji ber hêza xwe rastî êrîşên pergalê hat. Pergalê qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Hevserokên partiyê girtin. Bê navber di bin êrîş û çavderiyê de ye. Ji ber ku muxalefeta sereke ye her dem dibe hedefa êrîşên îktîdarê. Ji ber ku tu carî serî natewîne û îteat nake êrîş didomin. Tevî hemû êrîşan hevalên me yên di bin baneyê DBP'ê de siyasetê dimeşînin, bi coşek mezin ev al heta îro anîn. Rêya me dirêj û zor e. Hevalên me bi vê zanebûn û hişyariyê rêya xwe didomînin. Ev partiya gel e. Ji ber vê yekê dikare hezaran rêveber ji nava xwe derxe. Qeyûm berî her tiştî saziyên jinan digire û êrîşî nirxên kurdan dike. Dewletê bi rakirina peykerê Ugur Kaymaz û Roboskê sûc kiriye."

Piştî axaftina Guven sînevîzyon hat temaşekirin. Piştre nameya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel hat xwendin peyama Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û peyama Hevkerokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş hat xwendin.

Demîrtaş, di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û xwest gel li dijî hemû êrîşan li her qadê xwe bi rêxistin bikin. Demirtaş, anî ziman ku li her derê mezinkirina berxwedana li dijî faşizmê, bi rêxistinbûna gel pêkan e. Demîrtaş, da zanîn ku ev jî bi perwerdehiyê û têrkirina bîrdoziyê pêkan e.

Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek jî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê çareseriya xweseriya demokratîk pêşkêş kir tecrîd tê meşandin û di şexsê Ocalan de li ser rêya çareseriyê û hemû gelan tecrîd tê meşandin.