Îlham Ehmed: Tirkiye bêyî destûra Rûsya nikare êrîşî Efrînê bike

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, diyar kir ku Tirkiye beyî destûra Rusya nikare êrîşî Efrînê bike. Ehmed Rusya şiyar kir û got: “Ger ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike dê têk biçe."

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, têkildarî hewldanên Tirkiye yên dixwaze êrîşî Efrînê bike û nêzikatiya Rusya ji ROJNEWS'ê re axivî. Îlham, anî ziman ku Tirkiye beyî destûra Rûsya nikare êrîşî Efrînê bike û wiha got: “Li Sûriye projeya Sûriyeya federal pêş dikeve. Bakûrê Sûriyê di encama vê projeyê de hatiye avakirin. Dewleta Tirk li kuderê be hebûna Kurdan dike hedef. Li herêmê çi sîstemek demokratîk hebe û pêşbikeve, wê li pêşiyê bibin asteng.”

Îlham Ehmed, anî ziman ku Efrîn rolekê pir giring dilîze û wiha got: "Bi taybet di Bakûrê Helebê de ku li wir şêwazek xwerêveberî û xweparastinê pêşketiye. Ev ji bo parastina Sûriyê bûye garantiyek. Dewleta Tirk dixwaze vê têk bibe û di navbera Ezaz û Îdlibê de rêyekê veke. Armanca wê ewe ku vê herêmê ji Sûriyê qut bike û bi xwe ve bide girêdan. Em dizanin eger Rusya soz nedabe dewleta Tirk, ew nikarin bi hêsanî êrîşî Efrînê bikin. Ji ber vê pir giringe ku me bi awayek eşkere û vekirî peyama xwe gihandiye Rusyayê. Heya niha me li gel wan di bin navê hevpeymaniya li dijî terorê de xebat meşandiye. Lê belê eger bi hêsanî radestî Tirkiyê were kirin, wê demê wê her tiştek têk biçe.”

Îlham Ehmed bal kişand ser dîplomasiya Tirkiye, Rûsya û DYA û wiha got: “Bi awayek giştî danûstandinên me li gel Amerîka û Rusya heye. Madem em li vir karekê hevbeş li dijî terorê rêvedibin, wê demê pêwiste ew cihên ji destê terorê hatine rizgar kirin bi hevbeşî were parastin. Lê carek din em vê piştrast dikin ku xweparastin erkê serekî yê gelê meye.”

Îlham Ehmed balkişande ser helwestên dewletên desthilatdar bi taybet Rusya li ser dagirkeriya Dewleta Tirk û wiha pêdeçû: “Di daxuyaniya çend rojên derbasbûyî de bersiva peyama me têde hebû ku gotibûn ku em rênadin ti kesek êrîş bike li ser herêmên ji destê DAIŞ hatine azadkirin. Dewleta Tirk û komên çeteyên hevpeymanên wê, niha amedekariyên êrîşa li ser Efrînê dikin. Dewleta Tirk gelek caran êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye. Li herêma Ezaz û Mare bi cih bûye û ji sînorê Tirkiyê ve jî êrîşên mezin biriye ser Efrînê. Hem ji herêma Şehbayê ya ku dagirkiriye û hem jî ji Tirkiyê ve êrîşî Efrînê dike.”

Hevseroka Meclisa Sriye ya Demokratîk Îlham Ehmed herî dawî wiha got: “Ew meşa li Efrînê ku bi hezaran kes tevlî bûyî, li dijî dagirkeriyê helwestek pir başbû. Gelê Kurd û hemû pêkhateyên din li Efrînê jiyan dikin, helwestek pir baş li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dan nîşandan. Ev pir giring bû ku bi meşekê helwesta xwe li dijî dagirkeran dan diyarkirin.”