Kiliçdaroglu: Erdogan her kesî terorîst îlan dike

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomar Erdogan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wekî terorîst îlan kir, betekên di vî warî de zêde dibin. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu got ku "Ji ber ku Erdogan xwe xistiye cihê darêzê, her kesî/ê terorîst îlan dike."

Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu pirsên Asli Işik a Deutsche Welle (DW) ya tirkî bersivandin. Li ser pirsa Işik a der barê axaftinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên di Lûtkeya G20'ê de der barê Demîrtaş de kiribû, Kiliçdaroglu ev bersiv da: "Dema em bên ser axaftinên der barê Demîrtaş de; kê sûcdar e, siyasetmedar, sanayîvan, an jî esnaf biryarê nade. Ev biryar daraz dide. Lê ji ber ku Erdogan xwe xistiye cihê darazê, her kesî terorîst îlan dike. Dozger jî li gorî wê biryara girtinê dide. Bi gotinên wekî 'Dê cezayên giran bên', dibêje ku 'Ez kê bixwazim ez dê ew qas ceza bidim wî/ê'. Bi ser hemû beşên civakê de diçe."

Kiliçdaroglu got ku "Min di Erdogan de ev tişt dît" û wiha pê de çû: "Hemû derfetên dewletê seferber kir, di referandûmê de sedî 50 deng girt. Bi çeteyên di YSK'ê re xwe gihand vê yekê. Dibîne ku dê di sala 2019'an de biçe. Bi tirsa 2019'an re dixwaze civakê bitepisîne. Lê çi dike bila bike, dê Erdogan di sala 2019'an de biçe."