2 polîs li Hatayê hatin kuştin

HATAY - Li navçeya Antakya ya Hatayê li dijî polîsan êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 2 polîs mirin û polîsek birîndar bû.

Li pêş Midûriyeta Trafîka Herêmê ya Navçeya Antakya ya Hatayê, li dijî nokteya kontrolê ya polîsan erişa çekdarî pêk hat. Di êrîşa çekdarî de 2 polîs mirin û polîsek jî birîndar bû. Hat diyar kirin ku ji maşîneyekê gule hatine reşandin û di gulebaranê de polîsan jî bersîv daye êrîşê. Di bûyerê de 2 polîs mirin û polîsek birîndar bû. Piştî bûyerê li herêmê operasyon hat destpêkirin. Polîsê birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Mustafa Kemalê.