ŞIRNEX – Serokatiya Daîreya TOKÎ'yê ya li navçeya Sîlopî ya Şirnexê welatiyên ku xaniyên wan ji aliyê hikumetê ve hatin xerakirin, beriya referanduma 16'ê Nîsanê xwediyê konutan diyar kirin. Lê hêj konut teslîmî xwediyê wan nekirine. Konûtên teslîm kirin jî bê av û bê ceyran teslîm kirin. Malbatên li konutên TOKÎ'yê bi cih bûn jî diyar kirin ku av û ceyrana konutan tune ye.
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê piştî dorpêçkirin û qedexeya derketina derve hat îlankirin malên welatiyan hatin xerakirin. Gelek xaniyên welatiyan ên saxlem jî hatin xerakirin. TOKÎ xaniyên welatiyan xera kir û li şûna xaniyên wan konutên TOKÎ'yê ava kir. Beriya referandûmê navê malbatên ku konutên TOKÎ'yê bide wan diyar kir, lê referandûm derbas bû, hêj konutên welatiyan radestî welatiyan nekir.
KONÛTAN BÊ AV Û BÊ CEYRAN DIDE WELATIYAN
Serokê TOKÎ'yê Mehmet Ergun Turan di Kanûna 2016'an de diyar kir ku konûtên li Sîlopiyê hatin avakirin dê piştî serê salê teslîmî xwediyê wan bê kirin. Lê hêj konût teslîmî xwediyên wan nehatine kirin. Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin li ber dîwaran in. Konûtên ku teslîmî malbatan hatin kirin jî hêj av û ceyrana wan temam nebûye û welatî di tariyê de bê bê ceryan û bê av dijîn. Welatî pêdiviyên xweyên avê ji derve temîn dikin.
Welatiyê bi navê S.G., ku 2 meh in di TOKÎ'yê de bi cih bûye, diyar kir ku di aliyê maddî û manevî de mexdûr bûne û wiha got: "Kesên berê 3-4 daireyên wan hebû, niha di TOKÎ'yê de tenê daîreyek wan heye. Li şûna daîreyên wan tenê konûtek dan me. Em li ser xaniyên xwe deyndar bûn. Ji bo daîreyên me serê metrekareyê 836 TL diyar kirin. Yên li konûtên TOKÎ'yê bi cih bûn jî tu ewraqê fermî nedan wan û di vê germa havînê de ne av ne jî ceyran heye."
‘MUXATAB HEV SÛCDAR DIKIN'
S.G., anî ziman ku li gel muxatab diyar in jî pirgirêkê hewaleyî hev dikin û hev sûcdar dikin. S.G. anî ziman ku ew çûne Qeymeqamê Sîlopiyê, Midurê Derûdorê yê Bajar û li hemû rayedaran geriyan e, lê kesî berpirsiyarî nedaye ser xwe. S.G. anî ziman ku 15 roj berê heyetek hatiye û gotine ku "Kêmasî hene an tu ne" lê piştre tu gav nehatiye avêtin.