MÊRSÎN - Muzîkjenên ku li kolanên Mersînê stran digotin, piştî îlankirina OHAL'ê stranên kurdî li wan hatin qedexekirin. Muzîkjenan anîn ziman ku ew van astengiyan nas nakin û dê li kolanan stranên xwe azad bistrên.
Piştî OHAL hat îlankirin gelek qedexe jî bi xwe re anîn. Li Mêrsînê jî piştî îlana OHAL'ê muzîkjenên stran digotin rastî qedexeya OHAL'ê hatin. Muzîkjenên ku bi kurdî li kolanan stranan dibêjin, diyar kirin ku heta niha gelek caran hatin asteng kirin û rastî astengiyên polîsan tên. Muzîkjen Mehmet Beduk ê 15 salin di Koma Muzîkê ya Ewin de stanbêjiyê dike diyar kir ku piştî îlana OHAL'ê rastî gelek astengiyên polîsan tê û wiha got: "Berê me li kolanan kijan strana kurdî dixwest me digot. Lê piştî OHAL'ê stranên kurdî li kolanan hatine qedexekirin. Em dema li kolanê stranek bi kurdî distrên polîs tên û destûr nadin ku em bi kurdî stranan bêjin. Dema em li dawetan jî bi kurdî stranan dibêjin bombeyên gazê davêjin nava dawletê û destûr nade em li dawetê ji stranên bi kurdî bistrên.
Muzîkjen Yusuf Bilgol jî anî ziman ku ew nikarin bi rehetî li kolanan stranên kurdî bistrên û wiha got: "13 salin ez li kolanan bi kurdî stranan dibêjim. Lê piştî îlana OHAL'ê zext û satengî zêde bûn. Ji ber em li dawetan stranên kurdî distrên em rastî astengiyên polisan tên. Dawetê li kolanan qedexe kirine. Em êdî nikarin li kolanan stranên kurdî bêjin û nikarin di dawetan de bistrên. Ji bo em di dawetan de bi kurdî stranan dibêjin em rastî êrîşan tên. Em vê yekê qebûl nakin. Em dê dîsa di dawetan de û li kolanan stranan bi kurdi bistrên. Em dê azad bistrên.