MÊRSÎN - Projeya "Her der dibistanên havînê yên zarokan e" ji hêla komek xwendekarên zanîngehê ve hatiye vekirin, di sala 3'yemîn de armanc dikin ku li 52 bajarên welat belav bibin. Mamosteyên bi dirûşma "Cîhaneke din pêkan e" ketine rê, ev tişt gotin: "Ji bo avakirina cîhanek nû, tenê rêyek heye ew jî zarok in. Em bi wan re dikarin vê pergalê biguherînin."
Komek xwendekarên zanîngehê di sala 2015'an de di bin navê "Her der dibistanên havînê yên zarokan" projeyek dan destpêkirin, 3 sal li dû xwe hiştin. Ev "Dibistana Havînê" ji bo malbatên di warê aborî de zehmetyan dikişînin hatiye vekirin û wekî alternatîf e. Ji derveyê Mêrsîn, Hatay û Edenê, dixwazin li 52 bajarên welat jî vê xebatê bimeşînin. Projeya wan ji hêla gelek welatiyan ve piştgiriyê dibîne, zarok li van dibistanan bi derfetên hatine avakirin, kêfa jiyanê derdixin û xwe bi pêş dixin.
Avakarê projeyê Ufuk Sultanoglu beşa civaknasiyê xwendiye, da zanîn ku piştî nîqaşeke di navbera xwendekaran de, pirsên wekî "perwerde çawa dibe û divê çawa bê bi pêşxistin", herî dawî ev proje derketiye pêş, dixwazin vê xebata xwe li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin.
PERGAL KESAYETIYÊ DIRIZÎNE
Sultanoglu da zanîn ku dema ew xwendekarên zanîngehê bûne, wan bi hevalên xwe re pergala perwerdeyê di lêpirsînê re derbas dikir û wiha got: "Ev pergala perwerdeyê, perwerdeya bi pere dide zarokan û bi vê perwerdeyê re kesayetiyê dixe yek tîpî, wan ji rê derdixe û di heman demê de paşve dixe. Me li dijî van hemûyan ev proje bi pêş xist. 2 sal e em havînê vê projeyê bi pêş diin."
Sultanoglu aşkera kir ku perwerdeya wan plan kiriye, destpêkê li 9 taxên Mêrsînê xistine meryetê, pişt re li Hatay û Edeneyê li çend taxan ev xebat meşandiye. Sultanoglu diyar kir ku ew dê îsal projeya xwe berfireh bikin, bi mamosteyên nû, xwe bigihînin 52 bajarên welat û wiha pê de çû: "Ev projeyeke bi dildarî tê kirin, hejmarek diyarkirî tune. Her dem xwendekar û mamosteyên tên piştgirî didin hene. Ev her dem zêde dibin û her dem hev du guhestinek heye."
'BI XEYALA ZARIKAN CÎHANEKE AZAD'
Stultanoglu destnîşan kir ku bi taybetî ew xwe digihînin taxên xizan û ev tişt got: "Em li taxan bi kêfxweşî tên pêşwazî kirin. Ev dibistanên havînê qasî 40-45 rojan dewam dike. Em perwerdeyên wekî wêne, şano, lîstikên gelerî, nivîsên pêşxistinê û hwd. didin wan. Li gel wan em şahiyan pêk tînin. Hemû hewldanên me ew e em bi xeyalên zarokan cîhaneke azad ava bikin."
Sultanoglu got ku "Em dixwazin bi zarokan re cîhanekê ava bikin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cîhaneke din pêkan e û ev ji bi zarokan pêk tê. Em ê bi wan re vê cîhanê biguherînin. Hikumet dixwaze nivşekî ku lêpirsîn nake bide avakirin. Em dixwazin perwerdeyeke alternatîf bi pêş bixin. Bi xeyalên zarokan cîhanek pêkan e."
Sultanoglu destnîşan kir ku ew perwerdeyê jî li gorî afrêneriya zarokan bi pêş dixin û bang li hemû dildaran kir ku her kes xwedî li vê projeyê derkeve.