'Kesên li Cizîrê zarok qetil kirin terorîst in'

AMED - Serokomar Tayyîp Erdogan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wekî "terorîst" hedef dabû nîşan, welatiyên Amedê bertk nîşanî axaftinên Erdogan dan û aşkera kirin ku kesekî 6 milyon deng girtibe, ew ne "terorîst" e û gotin ku "Kesên li Cizîrê zarok qetilkirin terorîst in."

Piştî Lûtkeya G20 ya li bajarê Hamburgê yê Almanyayê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan axivî bû û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û wekîlên girtî wekî "Terorîst" hedef dabû nîşan. Erdogan di axaftinên xwe de gotibû ku "Berdana terorîstên di girtîgehê de ne di destê me de ye. Tirkiye dewleta hiqûqê ye. Ew kesên hûn behs dikin terorîstin". Li ser van axaftinan gelê Amedê jî bertekên tund dan nîşan.

'DEMÎRTAŞ KESAYETEKÎ TAYBET E'

Welatiyê bi navê Firat Avci diyar kir ku Demîrtaş siyasetmedarekî girîng e û wiha axivî: "Ev axaftinên gelek kirêtin tên kirin. Di dema Kobanê de Demîrtaş bang nekira jî ji xwe gel derdiket kuçeyan. Demîrtaş pêşengekî girîng e. Ji Bahçelî û Erdogan baştir siyasetê dike. Bila Erdogan vegere carekî li xwe mêze ke."

'DENGÊ 6 MILYONAN GIRTIYE'

Tarik Narîn jî destnîşan kir ku ji bo serokê partiyeke siyasî peyva "terorîst" bi kar anîn gelekî şaş e. Narîn da zanîn ku kesekî 6 milyon deng girtibe, ne terorîst e û ev tişt got: "Girtina wî bile şaş e. Ne tenê Demîrtaş, girtina hemû wekîlan şaş e. Tu tiştekî ku bibe sedema girtina wan tune."

Nedîm Menteş jî bi lêv kir ku gel gotina "terorîst" a Erdogan cidî nagire û wiha pê de çû: "Dema bêjin Demîrtaş gel tê bîra me. Ew pêşengekî di nav gel derketî ye, bi gelên wekî kurd, laz, çerkez û ermenî re bûye yek." Îbrahîn Akin jî anî ziman ku kesên li Cizîrê zarok qetilkirin terorîst in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em vê yekê şermezar dikin. Wî mirov qetil nekiriye. Kesên mirovan qetil dikin bila bavêjin girtîgehê."

'FIKRÊN WÎ KÊRÊN ERDOGAN NAYÊ'

Jina bi navê Rojda Bay jî gotinên Erdogan wekî "bêhurmetî" şîrove kir û ev wiha axivî: "Terorîst ji kî re tê gotin em baş dizanin. Ez di wê baweriyê de me ku ew fikrê Demîrtaş nizane. An jî dizane bi kêra wî nayê. Ew dikare aştiya welat bîne. Siyasetmedarekî xwedî fikrek gelek baş e."