STENBOL - Akademîsyen û hîndekarê Beşa Tekiliyên Navneteweyî û Zanyariyên Siyasî yê Zanîngeha Bogaziçî Koray Çalişkan jî di navde 42 kes hat binçavkirin.
Akademîsyen û hîndekarê Beşa Tekiliyên Navneteweyî û Zanyariyên Siyasî yê Zanîngeha Bogaziçî Koray Çalişkan jî di navde 42 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Oguz Kaan Salici, diyar kir ku Koray Çalişkan li mala xwe hat binçavkirin. Salici, anî ziman ku sedema binçavkirina Çalişkan ne diyar e û wiha got: "Akademîsyenekî ku navnîşana wî diyar e carek din dawetî îfadeyê nekirin." Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya operasyona li dijî Cemaeta Fethullah Gulen de der barê 72 kesan de biryara binçavkirinê daye. Di oprasyona serdegirtina malan de Koray Çalişkan jî di navde 42 kes hatin binçavkirin.