Walî li 15 herêmên Gumgumê qedexeya derve îlan kir

MUŞ - Walîtiya Mûşê bi hinceta operasyonê, li 15 herêmên navçeya Gumgumê ya Mûşê qedexeya derketina derve îlan kir

Walîtiya Mûşê bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir ku ji ber operasyon hene li 15 herêmên navçeya Gumgumê ya Mûşê qedexeya derketina derve îlan kir. Walîtiyê di malpera xwe de diyar kir ku li herêmên Kolan, Tekneduzu, Yeşildal, Onpınar, Koprucuk, Kaynarca û Çayçati û Çaglakêş, Gulluce Metî, Seyrek, Yeşildal, Çukur, Koprucuk, ji 10'ê Tîrmeha 2017'an heta ku operasyon bi dawî bibin dê qedexeya derketina derve berdewam bike.