AMED – Li derveyî welat û li welêt 26 hunermend bi amadekirina vîdeoyekê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan a “terorîst” dan û gotin ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş vina hunermendan û milyonan kesan e.
26 hunermendên kurd ên li derveyî welat û yên li Kurdistan û Tirkiyê xebatên xwe didin meşandin li dijî daxuyaniya “Selahattîn Demîrtaş terorîst e” ya Serokê AKP'ê Erdogan nerazîbûn nîşan dan. Hunermendan bi videoyên kurt li dijî daxuyaniya Erdogan bertek nîşan da û xwedî li li Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş derketin. Hunermendan bi tirkî û kurdî vîdeo amade kirin û nêrîna xwe anîn ziman.
Nerazîbûna hin hunermendan wiha ye:
Hozan Kawa: Brêz Selehattîn Demîrtaş, ne terorîst e. Di dilê milyonan de cih digire û di heman demê de îradeya bi milyonan kes tesmîl dike. Ew serokek bi rûmet e.
Farqîn Azad: Selahattîn Demîrtaş vîna gelekî ye. Vîna dengê gelan, aştî û azadiyê ye. Ji ber vê yekê jî Demîrtaş vîna me ye.
Azad Bedran: Selahattîn Demîrtaş ne terorîst e. Vîna milyonan û ya me ye.
Pinar Aydinlar: Selahattîn Demîrtaş vîna bi milyonan kes e. Bi tu awayî kest nikare têkoşîna wî qels bike. Em carek din li vir aşkere dikin Demîrtaş rûmeta me ye û em heta dawiyê li cem wî ne.
Alî Baran: Kesek ku 6 milyon deng sitendibe wek terorîst bê îlankirin, ev zilam ne 6 mîlyon 40 milyon gelê kurd dike terorîst. Selahattîn di nav dilê me de ye.
Ozlem Baglyan: Bilêvkirina navê Demîrtaş, nîşaneya tirsê ye.
Hasan Tercan: Demîrtaş hêviya bi milyonan gel e.
Hozan Canê: Zîhniyetek ku ji 6 milyon mirov re bêje terorîst, em bi tundî şermezar dikin. Êrîş û tundî têkoşîna gelê kurd xurtir dike.
Kawa Urmiye: Selahattîn Demîrtaş ne terorîst e, terorîst kî ye wê di demek nêzik de bê aşkerekirin.
Adil Botan: Terorîst yên ku Şirnex, Cizîr, Sûr û Nisêbînê dan xerakirin e. Terorîst yên ku hesabê Roboskiyê nedan e.
Hozan Aydin jî bi stranek kurt nerazîbûn nîşanî Erdogan û Qesra Serokomariyê da.
Navên hunermendên di videoyê de cih digirin wiha ne:
Hozan Kawa, Farqîn Azad, Bulent Turan, Hozan Canê, Azad Bedran, Pinar Aydinlar, Hasan Tercan, Alî Baran, Erol Berxwedan, Ozlem Baglayan, Çetîn Zîlan, Firad Med, Kewê, Azad Amede, Îhsan Xelikan, Aram Serhad, Ferman Patîev, Serdar, Amed, Kawa Urmiye, Adil Botan, Xanemîr, Berbang, Hasan Alî, Koma Zelal, Hozan Aydin,